Li Rojava berhemên çandiniyê li benda vekirina deriyên sînor in
Li Rojava berhemên çandiniyê li benda vekirina deriyên sînor in
Li Rojava berhemên çandiniyê li benda vekirina deriyên sînor in
Cîgirê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê herêma Cizîrê Cemal Hemo got ku hevdîtinên wan bi rayedarên deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) yên aliyê Başûrê Kurdistanê bê encam bûn.
Girêdayî encamên civîn û hevdîtinên li gel rayedayên Başûrê Kurdistanê yên deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) Cîgirê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê herêma Cizîrê Cemal Hemo ji ANHA'yê re wiha axivî: "Di 26'ê tabaxê de em bi rayedarên deriyê Pêşxabûr yên aliyê Başûrê Kurdistanê re civiyan. Armanc ji civînê hêsankirina karûbarên bazirganiyê û diyarkirina bacên madeyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bû. Lê rayedarên Başûr hemû pêşniyarên wezareta Aborî û Bazirganiyê ya Cizîrê red kirin."
Hemo bal kişand ser madeyên çandiniyên ên embarkirî li herêmê û wiha anî ziman: "Madeyên çandiniyê li herêmê zêde bûne. Ji ber ku gelek made nayên embarkirin û xerab dibin, divê made ji bo derve werin firotin. Eger nebe ziyanên mezin digihêje cotkarên herêmê. Ji bo vê jî divê hikûmeta Başûr li gorî van pêwîstiyan tev bigere û rewşa welatiyên Rojavayê Kurdistanê di ber çavan re derbas bike."
Hemo wiha dewma kir: "Me xalên girîng nîqaş kirin. Yek ji wan pêwîstiya rakirina mercê kefaleta şexsî. Ji ber ku ev yek dihêle ku bazirgan madeyên ku tenê sûd jê werdigrin derbas bikin. Ev jî bandoreke neyînî li bazirganiya di navbera herdu aliyan de dike. Divê kefalet şexsî veguheze kefaleta malî."
Der barê astengiyên ku rastî bazirganên herêmê tên de Cemal Hemo got ku ambargoye li ser heêrmê hatiye ferzkirin gelek astengiyan ji bo bazirganiyê derdixe. Hemo diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ku riyên hatin û çûyînê di destê wan de ne, li ser bazirganan şert, merc û bacên giran li bazirganan ferz dikin û ev yek rê li ber tevlîheviyan bûhayên madeyan vedike.
Cîgirê Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê herêma Cizîrê Cemal Hemo da zanîn ku tevlîhevî û derqanûnî, sedemên sereke ên derxistina astengiyan di karê bazirganiyê de ne.