Li Rojava 1’ê Gulanê wê li 10 navendan bê pîrozkirin

Li Rojava 1’ê Gulanê wê li 10 navendan bê pîrozkirin

1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê wê îsal li Rojavayê Kurdistanê jî li 10 navendan bê pîrozkirin. Komîteyên amadekariyê banga tevlîbûna pîrozbahiyan kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ku şoreş tê kirin û sîstema xweseriya demokratîk tê avakirin, 1’ê Gulanê wê cara yekemîn li gorî wateya wê bi çalakiyan bê pîrozkirin. 1’ê Gulanê ku heta niha wekî roja seyranê dihat dîtin û ji naveroka wê hatibû dûrxistin, wê sibe li 10 navendan bi çalakiyan bê pîrozkirin. Komîteyên amadekariyê hemû amadekariyên xwe temam kirine û bang li gel kirin ku tevlî pîrozbahiyan bibin.

Bernameya bajaran wiha ye:

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo wê meşek girseyî bê lidarxistin. Meşa ku wê di seet 15.00’an de li ber Mizgefta Qasimo destpê bike, wê li Meydana Şehîd Xebat bi dawî bibe.

EFRÎN

Li Efrînê, wê meş û şahî bêne lidarxistin. Meşa dirêj wê dî seet 15.00’an de ji Sêgoşeya Navçeya Raco destpê bike û li Meydana Bazara Kevin a li navenda Efrînê bidawî bibe. Her wiha li ber Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê jî dê şahî bê lidarxistin.

HERÊMA DÊRIKÊ

L Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan û Çelaxa jî wê şahiyek navendî bê lidarxistin. Şahî wê li gundê Endîwerê di seet 15.00’an de bê lidarxistin. Komên muzîkê û govendê yên Cûdî, Roj, Koçerat û Zîlan, hunermend Hejer Elanî û Îsa Seqir jî wê tevlî şahiyê bibin.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê, wê şahiyek bê lidarxistin. Şahî wê li ber Navenda Çand û Hunerê ya bajêr di seet 14.00’an de bi beşdariya komên folklore pêk were.

KOBANÊ

Pîrozbahiyên Kobanê wê li 3 cihên cuda bêne lidarxistin. Pîrozbahiya yekemîn li ber navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di seet 14.00’an de wê bi şahiyekê pêk were. Komên Botan, Perwîn, Xorxoriya û koma Ciwanan a Stranan jî wê tevlî şahiyê bibin. Pîrozbahiya duyemîn wê li bi beşdariya gundên rojhilatê bajêr, ya sêyemîn jî bi beşdariya şêniyên gundên rojavayê bajêr bê lidarxistin.

AMÛDÊ

Li ber Navenda Ciwanên Şoreşger di seet 16.00’an de wê bi beşdariya komên Navenda Çanda Hûrî, hunermend Sefqan, Elî Elread û Rohat şahî bê lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Li parka başûrê bajêr di seet 17.00’an de wê bi beşdariya Koma Zîlan, Hunermend Hisên Salih û Zibêr Salih şahiyek were lidarxistin. Bi heman munasebetê wê navê parka ku şahî lê were lidarxistin  wekî Parka Celadet Bedirxan bê diyarkirin. Piştî şahiyê jî, wê welatî derbasî parka li ber postexaneya bajêr bibin û navê vê parkê jî wekî Parka Osman Seberî diyar bikin.

HESEKÊ

Li ber Dêra Asûriyan a li Taxa Tilhecer di seet 16.00’an de wê meşek bê lidarxistin. Meş wê li Meydan Şehîdan bi daxuyaniyekê bidawî bibe.