Li Roboskî 6 salan çi bû?

Di vê komkujiyê de ji Roboskî 8, ji gundê Gulyazî 11 jê xizmên hev 26 kes, bi tevahî 34 kes hatin kuştin. Lê li her malê li şûna kesê ku hatî kuştin 34 kes hene.

Derbarê Roboskî heta niha ji ber ku hemû doz li mexdûran û malbatên wan hatine vekirin me têkoşîna xwe ya hiqûqê bire DMME’yê. Di 6 salên bihurî de nehate qebûlkirin ku ev komkujî ye û ne jî berpirs hatin darizandin. Me dev ji vê komkujiyê neqera û em ê jê neqerin. Sed sal jî di ser re derbas bibe ji bo ku berpirsên komkujiyê werin darizandin û cezayê xwe bibînin em ê têbikoşin. Îro salvgera 6’an a Komkujiya Roboskî ye û berpirsên komkujiyê hê jî têne parastin, 5 sal li paş man.

Roboskî bi 34 kesên ku hatine kuştin li cem her kesî fikra ‘Roboskî komkujî ye’ çêbûye. Sedema ku komkujî bi navê Roboskî tê binavkirin jî bûyer li nêzî sînorê Roboskî ye. Di vê komkujiê de ji Roboskî 8, ji gundê Gulyazî 11 jê xizm 26 kes, bi tevahî 34 kes hatin kuştin. Lê li her malê şûna mirovekî 34 kes girtine. Ji ber ku li her malê çarçoweyên mezin ên wêneyên 34 şitlan li dîwarên malên Roboskiyan hatine daleqandin û ev êşê her roj zindîtir dike. Nikarin Komkujiya Roboskî ya li ber çavê her kesî binixumînin. Li şûna ku berpirsên komkujiyê werin darizandin dewlet ji bo ku pêşî li lêgerîna dadê bigire doz li ser dozê li malbatên mexdûr vekir. Ji bo vê doz çû DMME’yê. Di 6 salên bihurî de ne rastiya komkujiyê hate qebûlkirin û ne jî berpirs hatin darizandin. Me ti caran dev ji vê komkujiyê berneda û em ê bernedin.

JI WÊ ROJÊ VE ÇI BÛ

Ji 28’ê Kanûna 2011’an û vir ve li gel ku 6 sal derbas bûne jî li ser berpirsan ti doz nehatiye vekirin,ji bo ku lêgerîna dadmendiyê ya malbatên Roboskî were astengkirin dewlet her cure zext û zordarî bi kar anî. Kronolojiya tiştên ku bûyîn, ji dîroka bûyerê ve.

5 Çile 2012: Serdozgeiya Qilebanê derbarê Komkujiya Roboskî biryara veşartîmanê da.

6 Çile 2012: 6 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin binçavkirin.

9 Çile 2012: Wekîlê Fermandarê Alaya Sînor a Gulyaziyê Serheng Huseyîn Onur Guney ji peywirê hate standin. Lêpirsîn li ser 17 leşkerên li ser kar hate vekirin. Sedema wê jî ew bû ku dibe ku ‘çavê xwe ji qeçaxiya sînor re girtibin.’’

11 Çile 2012: Li Meclîsê di bin banê Komîsyona Lêpirsînê ya Mafê Mirovan de Komîsya Jêr Qilebanê hate vekirin.

16 Çile 2012: 3 kesên ku ji komkujiyê filitîn bi îdîaya ku ‘muxalefet li yasaya pasaportê kirin’ , ‘deryasayî sînor binpê kirine’ û ‘bi qeçaxî mal anîne welêt’ îfade li Fermandariya Alayê ya Gulyazî dan.

MALBATÊN ROBOSKÊ PEREYÊ XWÎNÊ QEBÛL NEKIRIN

2 Sibat 2012: Walîtiya Şirnexê ji bo ku bidin malbatên kuştina her yekê 123 hezar lîre razand. Li ser vê malbatan diyar kirin ku ew pereyan naxwazin, dixwazên kujerê zarokên wan werin darizandin.

4-6 Sibat 2012: Endamên Komîsyonê li Roboskî lêkolîn kirin.

16 Sibat 2012: Endamên Komîsyon êli dîmenên Heronan ên beriya komkujiyê nerîn. Şîrove: ‘Dîmen pir zela in. Rasterast kuştine.’’

29 Sibat 2012: Ferhat Encû bi îdîaya ku ‘êrîş biriye ser qeymeqamê Qilebanê’ hate binçavkirin.

1 Adar 2012: Alîkarê Serokwezîr ê Tirk Bulent Arinç got, ‘’li Qilebanê bi qest tiştek nehatiye kirin’. Bi demê re hemû AKP’yiyan ev got.

10 Adar 2012: Ferhat Encû li Zanîngeha Çukurovayê dema ku dixwend hate binçavkirin. Dîsa bi îdîaya ku êrîş bi ser qeymeqam de biriye.

5 Nîsan 2012: Serkaniya Giştî ya Tirk belgeyeke 7 rûpelî ji komîsyonê re şand. Li gorî vê her tişt li gorî qaîdeyan bûye. Jixwe nekarîn agahiyê bidin meclîsê. Diyar e; razên ‘dewleta me’ zehf in. Ji bilî dadmendiyê.

16 Gulan 2012: Wall Street Journal (WSJ) got, beriya bombeyên hewayî ya Komkujiya Roboskî amûra bê mirov a hewayî ya DYA’yê bi Predatorê dîmen standiye.

Piştî ku Erdogan nûçe li derewê qeliband rojnameyê got, ‘Jêderka me Wezareta Berevaniyê ya DYA’yê ye.’’

22 Gulan 2012: Wekîlê CHP’ê Mahmût Tanal li ser Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirk Erdogan û Serekê Serkaniya Giştî ya Tirk Necdet Ozel li Enqerê gilih kir.

18 Gulan 2012: Serkaniya Giştî ya Tirk nûçeya WSJ’ê li derewê qeliband. Got, ‘’Tespîta dîmena pêşî ya komê ji hêla Amûra Hewayî ya Bêmirov a Qewetên Çekdar ên Tirk ve hatiye kirin.’’

IDRÎS NAÎM ŞAHÎH: FERMAN JI ENQERÊ YE

23 Gulan 2012: Wezîrê Navxwe yê wê demê Idrîs Naîm Şahîh got fermana bomkirinê, ‘’Fermandarên li Qewetên Hewayî yên Enqerê ku dîmen analîz kirine’ dane.

‘NIRXANDINÊN PÊRŞEMÊ DEST PÊ KIRIN’

17 Çile 2013: Li Roboskî malbatên ku zarokên wan hatin kuştin û dostên wan, biryar dan ku ji niha û şûn de di demên diyar de ji bo ku berpirsên komkujiyê derxînin holê ‘nirxên rojên Pêrşemê bikin’

28 Adar 2013: Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê rapora komîsyona jêr a bi rengê ‘’bi qestî nehate kiriye’ qebûl kir.

Li ser raporê du muxalefetan şerha xwe danîn. Parlamenterên BDP’ê yê wê demê Ertugrul Kurkçu û parlamenterê CHP’ê Levent Gok diyar kirin ku pirsên di raporê de nehatine bersivandin. Gok jî diyar dikirin ku bi bombeyên F-16’ê kuştina welatiyan binpêkirina herî giran a mafê mirovan e. Gok diyar kir ku dewlet pir dereng maye ku lêborînê bixwaze.

11 Gulan 2013

MEŞA BI QEREFÎLÊ YA BER BI SÎNORÊ ROBOSKÎ VE

Di roja 500’î ya Komkujiyê de malbatên Roboskî û gelê Roboskî ji gundê Gulyaziyê ber bi zozanên Roboskî ‘Meşa bi Qerefîlan’ kirin. Leşkerên li ser sînor êrîşeke tund bi ser gel de anîn. Li gel hemû astengiyan jî gelê Roboskî gihaştin kevirê sînor ê bi nimro 15’ê, cihê ku nasên wan lê hatibûn kuştin. Li cihê ku zimên wan hatibûn kuştin, li sê deveran qerefîl danîn.

ŞANDIN JI DOZGERIYA LEŞKERÎ RE

11 Hezîran 2013: Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 1,5 salê got ew ji komkujiya Roboskî û dosyaya lêpirsînê re ne peywirdar e û rayeya wî nîn e. Dosya jî şande Dozgeriya Leşkerî ya Serkaniya Giştî. Şîrova dozger weke ya rayedarên hikûmetê bû, ‘’Ev qezayek e.’’

20 Hezîran 2013: Malbatên Roboskî li dijî biryara Dozgeriya Amedê ya bêpeywirdariyê û ji ber ku dosya şande ji dozgeriya leşkerî re gilih kirin.

18 Hezîran 2013: Ji ber ‘Meşa bi Qerefîlê’ bi hinceta ku ‘muxalefeta li qanûna pasaportê’ 3 hezar tl ceza dane aktîvîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs û malbatên Roboskî. Yek jê 11 salî, ji bo îfadeyê bang li 120 kesî kirin.

27 Hezîran: 2013: Dozgeriyê gilihê parêzerên malbatan qebûl nekir. Bi kurtasî got, ‘’mafê we yê gilih nîn e.’’

ROBOSKÎ 2014

19'ê Çileya 2014: Operasyona li gundên Roboskî û Bujehê. Heft kes hatin binaçvkirin. Protestoyên gundiyan bi kêr nehatin.

BIRYARA 'NEŞOPANDINÊ'

7'ê Çileya 2014: Der barê kuştina 34 sivîlan bi balafirên şer, dozgeriya leşkerî biryara 'neşopandinê' da. Sedem eşkere bû: Personelên artêşê di çarçoveya biryarên Meclîsê û Desteya Wezîran de tevgeriyan. Bi erêkirina Fermandariya Giştî tevgeriyan.

9'ê Çileya 2014: Ferhat Encu ku di komkujiyê de 11 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, bi îdîaya 'heqareta li jendemeyan' hat xwestn bi çar salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

20'ê Çileya 2014: Serdegirtin li gundê Roboskî hate kirin. Jendemreyan dor li dugundan girtin û heta saet 4'ê sibehê lêgerîn li nava malan kirin. Servet Encu yê ji komkujiyê rizgar bû jî di nav de heft gundî hatin binçavkirin.

SERLÊDANA LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

18'ê Tîrmeha 2014: Piştî ku îtiraza li biryara nepopandinê ya Dozgeriya Leşkerî hate redkirin, bi sedan parêzerî serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin.

TEVÎ HER TIŞTÎ Jî MEŞA QURNEFÎL A 2. HATE KIRIN

23'ê Îlona 2014: Di roja 1000. a Komkujiya Roboskî de, gel û malbatên Roboskî ji bo 'Meşa Qurnefîl a 2.' li hev civiyan û ber bi kevirê sînor ê bi hejmara 15'an ku komkujî lê bû, meşiyan. Bi dirûşma "Em Sînor nas nakin" meş hate kirin. Li cihê komkujî lê hate kirin, leşkeran ji çar aliyan ve êrîşî gel kirin. Malbatan jî bi keviran bersiv dan êrîşa leşkerên Tirk. Piştre malbatên Roboskî êrîşa leşkeran şikandin û careke din qurnefîl danîn herêma komkujiyê.

ROBOSKÎ 2015

WEZÎRÊ EDALETÊ: ŞAŞITIYA JÊNEVEGER

23'ê Çileya 2015, Wezareta Edaletê: Wezareta Edaletê der barê komkujiya Roboskî de di çarçoveya serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin de nêrîna xwe pêşkêş kir. Di nêrîna xwe de got, "Wezaerta me tesp3ıt kiriye ku bûyer di encama 'şaşitiyeke jêneveger' de hatiye kirin.

Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo komkujiyê spasiya Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê kir. Komkujiya Roboskî encama polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê Kurd bû. Bi plan ahte kirin. Ji bo çavê gelê Kurd bitirsîne hate kirin. Yên ku wê wextê bi balafirên şer mirov kuştin, bi maşînên zirxî Cizîr, Silopiya, Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Gever û gelek bajarên din kavil kirin.

Sed sal jî di ser Komkujiya Roboskî re derbas bibe, wê kiryarên vê komkujiyê werin darizandin û ceza li wan bê birîn.

*Şahidê Komkujiya Roboskî, lêgerînerê li mafê mirovan