Li Riha û Agiriyê qirkirina siyasî: 15 kes hatin binçavkirin

Li Navçeyên Xelfetî û Pisûs ên Riha 9 û navçeya Zêdikan a Agiriyê jî 6 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasyî yên rejîma AKP/Qesrê ên li dijî gelê Kurd didomin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê leşkeran serê sibê avêtin ser malan, endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Mûstafa Çolak û welatiyên bi navê Kemal Erdî, Fadil Akdemîr, Gunay Kaplan, Kadîr Evîn, Abdullah Boga, Bariş Koykaç û Ahmet Colayîr binçav kirin.

8 kesên ku hinceta binçavkirina birin Qereqola Jendirmeyan a Golkuya Jorîn.

Li Pirsûsê jî rêvebera DBP’ê ya navçeyê Guleren Koştî dema ji mala şînê ya çûbû ziyaretê derket,ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Koştî, birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.

AGIRÎ

Li navçeya Zêdikan a Agiriyê 6 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.

Navê rêveberên HDP’ê yên hatin binçavkirin wiha ne: Serkan Yazici. Erkan Yazici. Îsmet Yazici, Cemal Yazci, Îrfan Akgun û kesekî ku navê wî nehate zanîn.