Sarp Kurayê ku li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê hate çespandin ku bi awayek bêhiqûq hatiye darezandin û cezayê muebetê danê, parêzerên Kuray îtîraza ku ji bo serbest berdanê kirin hate redkirin.
Sarp Kurayê ku piştî 16 salan hat darezandin û cezayê muebetê danê, piştî Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di pêvajoya doze de ji ber sedema “guhdarkirina şahidan, komkirina delîlan û dirêjkirina darezê” Tirkiye mehkûm kir, îtîraza ku parêzerên Kuray kirin ji aliyê 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate redkirin. Dadgeha ku dê ji nû ve Kuray bidarezîne bi awayek teknîkî 16 sale di pêvajoya darezê de weke girtî di girtîgehê de tê girtin.
Têkildarî mijarê parêzerê Kuray, Gorkem Gurcan daxuyaniyek da rojnameya Cumhuriyetê û got; “Bi dirêjahiya dareza 16 salan li Tirkiyeyê edalet pêknehat. Em çûn DMME’yê gotin ‘hûn mafdarin’. Dozgerên ku pejirandin darez bi bêhiqûqî hatiye kirin û biryara ji nû ve darezê dan, girtiyan ku çavkaniya xwe ji vê digire jî ne rawestandin. Em li hember bêhiqûqiyekî cidî ne.”
Kuray ku bi îdîaya 16’ê Hezîranê rêxistina xwe avakiriye, birêve biriye û li ser navê rêxistinê biryara kuştin, birîndarkirin û bombekirinê her weke din gelek çalakiyê din daye, piştî dareza 16 salan cezayê muebetê lê birîn, piştî ku cezayê Kuray diyar bû li serî li DMME’yê dabûn. 23’ê Tîrmeha 2012’an DMME’yê çespand ku Kuray bi awayek dadî nehatiye darezandin û Tirkiye mehkûm kir.
Parêzerên Kuray li ser vê yekê ji bo ji nû ve bê darezandin ser li 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê da. Dadgehê 20’ê Mijdara 2012’an daxwaza “ji nû ve darezê bê destpê kirin” pejirand, lê belê daxwaza rawestandina cezayê Kuray bêy ku hincetekê nîşan bidin red kirin.