Li Rennes û Sydneyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Sydney ê Awûstralya û bajarê Rennes ê Fransayê pêşengên Tevgera Azadiyê yên ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
Li bajarê Sydney ê Awûstralya û bajarê Rennes ê Fransayê pêşengên Tevgera Azadiyê yên ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê ji aliyê Komeleya Jinan a Zîn û Komîsyona Malbatên Şehîdan a CKD’ê, qadoroyên pêşengên Tevera Azadiyê yên ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyan xwe ji dest dayîn, hatin bîranîn.
Di bîranînê de Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bîranîn. Adem Ûzûn di bîranînê de axivî û wiha got: “Li ser wesyeta Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş, îro di berxwedana xwe rêveberiyê de dijîn.” Ûzûn wiha anî ziman: “Ew ti dem û gavan di têkoşîna xwe de dûdilî jiyan nekirin û li ber xwedan. Ji bo em ji bibin layîqî wan, divê di rêya ku wan ji bo me vekirîn de bimeşin.”
Piştî bîranînê civîna hate lidarxistin, pêvajoyên dawî yên siyasî hatin nirxandin.
Aktivîte bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di akitivîteya ku ji aliyê NCKD de hatî organîzekirin, li ser navê Komîteya rêxistinkirinê Suleyman Bîngol axivî û wiha got: “Yên ku em anîn van rojan Berxwedana Zindanê ye; Ruhê 14’ê Tîrmehê ye, têkoşîna Kemal Pîrane.”
Her wiha di aktivîteyê de Hevseroka NCKD Bergajîn Dêrik û Nûnerê KNK’ê yê Sydney Îsmet Taştan jî axivîn.