Li Rennes çalakiya piştevaniya bi Kobanê re
Li Rennes çalakiya piştevaniya bi Kobanê re
Li Rennes çalakiya piştevaniya bi Kobanê re
Kurd û dostên wan ên li rojavayê Fransa Rennes dijîn, çalakiya kon a li qada şaredariyê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re dabûn destpêkirin îro bi mîtîngekê bi dawî kirin.
Çalakvanan berdilkên spî yên kefen sembolîze dikin û li ser wan, "Em tên qetilkirin dinya dişopîne” nivîsandî li xwe kirin. Di mîtîngê de Komeleya Dostaniya Kurd-Breton (ABK) jî beşdar bûn.
Di çalakiyê de dowîzên ku komkujî û êrîşên DAIŞ hatin hilgirtin dirûşmayên, "Bıji berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin gotin.
Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ bi çekên giran êrîş dikin û dewleta Tirk destek dide vê rêxistina hov.
Serokê ABK Andre Metayer, bêdengiya hikûmeta Fransiz rexne kir û xwest ji bo Kobanê bilez bikevin nav tevgerê.