Li Rebîa û Kobanê şer: 4 çete hatin kuştin
Li Rebîa û Kobanê şer: 4 çete hatin kuştin
Li Rebîa û Kobanê şer: 4 çete hatin kuştin
Hat ragihandin ku di şerê navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de li Rebîa û Kobanê 4 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de daxuyanî da.
Li gor vê:
“10'ê Îlonê seat 17.30’an çeteyên DAIŞ li hember navçeya Rebîa ya giredayî Mûsil êrîşêk li dar xistin. Hêzên me cih de bersiv dan êrîşa çeteyan a bi tank, topên hawan û çekên giran. Çete neçar man birevin. Di şerê demkurt de 2 çete hat kuştin, hejmarêk zêde çete jî birîndar bûn.
10'ê Îlonê di seatên êvarê de jî çeteyên DAIŞ xwestin li hember Girê Zagros a dikeve rojavaye Kobanê êrîşêkê li dar bixin. Hêzên me cih de bersiv dan çeteyan û çeteyek kuştin.
Dîsa 10'ê Îlonê di seatên êvarê hêzên me li hember çeteyên DAIŞ'ê di navbera gundên Beyadiyê û Ziyaret çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîtek hatibû hedefgirtin û hat rûxandin, lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çebûne.”