Li rastî Parka Gezî rawestiyan
Li rastî Parka Gezî rawestiyan
Li rastî Parka Gezî rawestiyan
Bi dehan jinan berê xwe dan Parka Gezî a Taksîmê û çalakiya “zilamê diraweste” pêkanîn û xwedî berxwedanê derketin.
Bi dehan jinan berê xwe da Parka Gezî a Taksîmê û rawestiyan. Jinan li hemberî polîtîkaya Erdogan ya “Herî kêm sê zaroka çêbikin” bi “herî kêm sê bend”, “herî kêm sê park”, “herî kêm sê pisîk” bersiv dan. Welatiyên ku ji ber dorpêça polîsan nikarin bikevin Parka Gezî jî, gul danin ser pêlekana. Ji bilî Parka Gezî, Qada Taksîmê û pêşberî AKM’ê jî hêj di bin dagirkeriya polîsan de ye.
Her roja ku diçe beşdarbûna çalakiya “zilamê radiweste” zêde dibe. Li Qada Taksîmê bitaybet di demjimêrên şevê de bi sedan kes tevlî çalakiyê dibin.
Hinek kesên ku ji Qada Taksîmê berê xwe didin Navenda Çanda Ataturk û çalakiyê pêktînin, pirtûkan, kovaran dixwînin. Hinekan jî pêlav û pirtûkên xwe didanin erdê.
Bi dehan jinên ku Ii ser banga jinên feminîst jî hatin gel hev, berê xwe dan Parka Gezî û çalakî pêkanîn. Jinên ku di navbera demjimêrên 18:00-19:00’an de çalakiyê dikin, li hemberî polîtîkaya Erdogan a “Herî kêm sê zarok” bi “Herî kêm sê bend”, “Herî kêm sê park”, “Herî kêm sê pisîk”, “Herî kêm sê bîra”, “Herî kêm sê pirtûk” bersiv danê.
Di dema çalakiya jinan de polîsên ku Parka Gezî dagirkirine û bi rojanin destûr nadin gel bikeve parkê ji dûr ve li jinan mêze kirin.
Welatiyên ku bi wesayîtên xwe li wir derbaz dibûn, qurne lêxistin û piştgirî dan çalakiyê.
Di vê navberê de ji ber gulên ku danîne ser pêlekanên Parka Gezî, vegerî baxçeyê gulan. Hinek caran zarokên kolanê hatin gul komkirin û birin.
Weke din jî dagirkirina polîsan ya Parka Gezî, Qada Taksîmê û pêşberî AKM’ê didome.