Kurdên li Qibrisê dijîn bi armanca destekê bidin berxwedana gelê Kurd a li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê meşek li dar xistin.
Hefteya borî, komên çete yên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad xwestin li Serêkaniyê komkujiyek pêk bînin, lê li rastî berxwedana YPGê hatin. Kurdên li paytexta Qibrisê Lefkoşayê dijîn, li hev civiyan û ji bo piştgirî dan berxwedana Serêkaniyê. Kurdistanî ji Mala Çandê ya Kurdan heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Yekitiya Gelê Kurd”, “ Bijî Kurdistan” û “Bijî YPG” qêriyan. Kurdistaniyan bi qasî 20 deqeyan li ber NYyê çalakiya rûniştê pêk anîn. Piştre heyete ji sê kesan dosyayek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de pêşkêşê rayedarên NYyê kirin.
Çalakî bi dirûşiman bi dawî bû.