Li Qersê dema rewşa awarte-OHAL hat dirêjkirin

Li navçeya Qers Selîmê, pêkanîna 'Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demkî' ku di 12'ê Kanûnê de ji bo 15 rojan dema wê hat dirêjkirin, çarçoveya wê hat berfirehkirin û heta 23'ê Çileyê careke din hat dirêjkirin.

Qedexeya 'Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demkî' ku li herêmên Bozkûş-Akçakale ya navçeya Qers Selîm û li herêma Karanlik Dere û Keklîk a Qamuşanê ku di 12'ê Kanûnê de hat îlankirin, dema wê heta 23'ê Çileyê hat dirêjkirin. Di daxuyaniya Walîtiyê de hat ragihandin ku herêma Aydere û Kîreçhane derelerî jî li nava çarçoveya vê qedexeyê hatiye bicihkirin.

Qedexeya li herêma Çemçê-Madûr a Qaxizmanê û daristanên Boyali yên Qamuşanê wê heta 1'ê Adara 2016'an bidome.