Li Qerqelî girtin, hat protestokirin

Li navçeya Qerqelî girtina HDP’yî, DBP’yî û gelek kesan hat protestokirin. Di çalakiyê de hişyariya, “Edalet wê ji her kesî re pêwîst be” hat kirin.

Girtina Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci, Cîgîrê Hevşaredar Okan Bayram û endamê meclîsa şaredariyê M. Kasim Hazir hat protestokirin.

Di çalakiya ku li ber şaredariyê destpê kir, rêveberên HDP û DBP’ê, Hevşaredar Şerefettîn Ozalp, hevşaredarên Mehmûdî, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

'KONSEPTA PELÇIQANDINÊ'

Endamê Meclîsa Şaredariyê Cafer Seven ê di çalakiyê de axivî bal kişand ku girtin di encameke biryareke siyasî de pêk hatiye û wiha dewam kir: "Ev girtin di encama girtina bijartiyan de li hember gelê me konsepteke pelçiqandinê ye.  Çawa girtinên kêfî yên desthilatdariya siyasî yên di bin navê ‘operasyonên KCK’ê’ de têkoşîna me ya mafdar nepelçiqand vê carê jî nikarin. Ji ber em têkoşîna dozeke mafdar dikin."

Seven di dawiya daxuyaniya xwe de hişyariya, "Li vî welatî kesên di meqamên pir mezin de rûdinin wê rojekê bên darizandin. Edalet herî zêde jî wê ji bo kesên ku edalet û hiqûq kirine bin piyan pêwîst bike.”