Li qeptanê 300 kes ji mirinê re hişt 36 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li qeptanê 300 kes ji mirinê re hişt 36 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li qeptanê 300 kes ji mirinê re hişt 36 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li qeptanê keştiya bi navê Sewol a li Koreya Başûr noqî binê avê bû, 36 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Di keştiyê de 250 jê xwendekarên lîseyê, 476 rêwî hebûn.
Qeptanê keştiya bi navê Sewol Lee Joon-Seok ê 69 salî, piştî 5 mehên darizandinê, ji aliyê 3 dadgeran ve sûcdar hat dîtin.
Malbatên mirovên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan jî dibêjin, divê qeptan bi cezayê darvekirinê bê cezakirin. Li Koreya Başûr ku ji sala 1997'an û vir ve darvekirin lê nayê kirin, cezayê herî giran 36 sal cezayê girtîgehê ye.
Li dû qezaya 16'ê Nîsanê qeptanê keştiyê rêwiyên di keştiyê de hiştibûn û bi lezgînî ji herêmê çûbû.