Li Qamişloyê 11 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Qamişloyê 11 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Qamişlo Saziya Malbatên Şehîdan 11 cangoriyên azadiya gelê kurd ku di heyva sibatê ji salên cûda de jiyana xwe jidestdabûn, bi merasîmekê bibîranîn.

Li Taxa Qenat Elsiwês a Qamişlo, Saziya Malbatên Şehîdan 11 cangoriyê azadiya gelê Kurd yên ku di meha Sibatê de, di salên cûda de jiyana xwe jidestdabûn îro, bi merasîmekê li ber mala Gel a bibîranî.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Minim axivî û wiha got: "Îro tiştên gelê me dijî bi ked û rola şehîdan e û gelê me li ser şopa wan dibe yek. Em soz didin ku emê li ser riya şehîdan bimeşin." Di dawiya axaftina xwe de Minim salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.

Piştî Minim Endamê Meclisa Gel a Taxa Qenat Elsiwês Faris Cemîl axivî û wiha got: "Ji ber xebat û fedekariya şehîdên me, emê bighînin azadiya xwe, emê heta dawiyê xwedî derketina li nirxên şehîdan û dewamkirna rêça wan ji xwe re bikin bingeh''.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn belgeyên 11 cangoriyên ku hatin bibîranîn hate xwendin. 11 Gerîlayên ku hatin bibîranîn ev in: Ekrem Ehmed Hemê, Behzad Elîka, Xedîca Silêman, Remedan Mistefa, Nalîn Hiso, Elî Elî, Fehîm Osman, Adnan Malik,Mihemed Salih Mihemed, Selîm Mîtan û Berzan Hisên.