Li Polonyayê bi dehezaran kes li dijî polîtîkayê hikûmetê meşiyan

Li Polonyayê bi dehezaran kes li dijî polîtîkayê hikûmetê meşiyan

Li Polonyayê bi dehezaran kes tevli protestoyên li dijî hikûmetê bûn. Di saetên sibê de protestoyên dest pêkirin, li dijî hikûmeta lîberal Donald Tusk pêk tê.

Ji bo guherîna polîtîkayên civakî yên dewletê tê diyar kirin ku divê hikûmeta Donald Tusk biçe. Polanyayî diyar dikin ku ew naxwazin di 67’an, dixwazin di 65’an de teqawît bibin û ji bo vê jî dixwazin hikûmet biçe.

Bi sedan wesayîtî  ji her derê Polonyayê bi hezaran çalakger birin paytex Varşovayê. Li seranserê welat Solîdarîte ku bi rêxistinkiriye, diyar dike ku tenê 100 hezar çalakger anîne.

Protestoyê îro pêk tên, tê wateya lutkeya çalakiyên çar rojên dawî. Çalakiya yekemîn di navbera 15 hezar û 23 hezar kesî tevli bûn.

Donald ku ev 6 sale desthilatdare, li gorî anketên hatiye kirin, her diçe dikeve.  Di meha îlona borî de li dijî polîtîkayên hikûmetê li ser banga sendîkayan gel meşiya bû.