Li pêşiya NY çalakî hate destpêkirin: Nebin şirîkê qetlîamê!

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan a li pêşiya Nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê dest pê kir. Di çalakiyê de tê gotin ku bila Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyeyê têkeve nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Cenevreyê dijîn ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û ji bo protestokirina Neteweyên Yekbûyî li pêşiya avahiya NY çalakî dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku ev çalakî wê bênavber bidome.

‘NY DIBE HEVKARÊ QETLÎAMAN’

Ji gelek bajarên Swîsreyê bi hezaran mirov hatin qada çalakiyê û pankartên ‘Tirkiye Kurdan qetil dike, NY bêdeng dimîne’, ‘Duh Kobanê îro Efrîn,  duh DAÎŞ îro jî dewleta Tirkiyeyê’ hildan. Di çalakiyê de navê welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê jî hate deşîfrekirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoğanê qatîl’, ‘Tirkiye qetil dike, NY temaşe dike’ tê qîrîn. Di çalakiyê de tê xwestin ku NY û welatên endamên wê, bila li hemberî Tirkiyeyê têkevin nav hewldanan.