Li pêşiya avahiya KE’yê ji bo Penahî çalakî

Ji bo cezayê darvekirinê ya Îranê ku ji bo Aktivîstê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî hatî xwestin bê rawestandin, li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) roja pêncşemê çalakiyek hatibû lidarxistin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa, di roja 5’an a çalakiya nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin de daxwaza rawestandain darvekirina Penahî hate kirin û rejîma Îran hate şermezarkirin.

Ji bo Penahî daxuyaniyên bi zimanê Elmanî, Fransî û Kurdî hatin dayîn, di çalakiya hevparên Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) tevlî bûyî de, dowîza “Darvekirina Ramîn Huseyîn Penahî bisekinînin!” hate vekirin.

Nûnerên ku tîşortên wêneyên Ocalan li ser li xwe kiribûn, di dema çalakiya bi qasî nîvsaetê dom kir de, ji bo rawestandina darvekirinê dirûşim qîrkirin. Hevserokê KCDK-E’yê Yucel Koç, li pêşiya avahiya Konseya Ewropa daxuyaniyek da û ji bo sekinadina darvekirinê banga li her kesê kir ku tişta ji destê bê bike.”

Di tevahiya çalakiyê de belavokên ku daxwaza azadiya Penahî dihate kirin hate belavkirin. Di belavoka ji bo Parlemetoya Fransa hate şandin de ev tişt hate gotin: “Aktivîstê Kurd Penahî yê li Îranê dijî, niha bi darvekirinê re rû bi rû ye. Penahî bi îdîaya endamê rêxistina Komela Kurd e, Hezîrana borî hatibû girtin. Bi îdîdaya li dijî dewletê rabûye, meha Çileya 2018’an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Penahî wê 3’yê Gulanê bihata darvekirin, lê ji ber nerazîbûnan biryar hate taloqkirin. Ev daxwa di meha Gulanê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû redkirin, biryar sewqî dadgeha rêveber hatiye kirin.”

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.