Li PE’yê Konferansa Gurgumê
Li Parlementoya Ewrûpayê konferanseke bi navê “Gurgum a di bin qetlîamê de” hate lidarxistin.
Li Parlementoya Ewrûpayê konferanseke bi navê “Gurgum a di bin qetlîamê de” hate lidarxistin.
Di konferansê de hate diyarkirin ku qetlîam bi awayekî bi plan ji aliyê dewletê hatiye kirin û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku rûbirûyî qetlîamê bibe.
Di 19’ê Berfanbara 1978’an de qetlîamek li Gurgumê hatibû kirin û bi sedan kes hatibûn qetilkirin. Li Tirkiyeyê pêvajoya darizandina qetlîamê niha xitimiye û ji bo ronîkirina qetlîamê li Ewropayê xebat tên kirin.
Bi vê mebestê li Brûkselê li Parlementoya Ewropayê bi beşdariya nivîskar, lêkolîner û şahidên wê demê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê li Cizîr, Sûr û Şirnexê jî qetlîam didomin.
‘GURGUM BÛYERA HERÎ TARÎ YA TIRKIYEYÊ YA DEMA NÊZÎK E’
Di konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê Mark Demesmaeker ê ku parlementerê Parlementoya Ewrûpayê ye hate kirin. Demesmaeker got ku, “Gurgum bûyera herî tarî ya Komara Tirkiyeyê ya dema nêzîk e.”
‘MIRÎ DI QAZANAN DE KELANDIN’
Mavîş Toklû ya ku bira û hevserê wê tê de gelek kesên ji malbatê wê di qetlîamê de hatibûn qetilkirin got ku, “Ev qetlîameke sîstematîk bû. Berê hatin deriyê me nîşan kirin. Piştre jî dest bi qetlîamê kirin. Yên kal û pir kuştin û cenazeyên zarokan di qazanan de kelandin û dan dayîkên wan.
‘HEMAN QETLÎAM ÎRO LI SÛR Û CIZÎRÊ JÎ DIDOME’
Di konferansê de Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî got: “Li Tirkiyeyê berê qetlîama Ermenan hate kirin, piştre kêmarên ne misilman hatin qewirandin. Piştre êrîşên li ser Cihûyan hatin destpêkirin. Pişre jî qetlîama Mereşê hate kirin. Îro jî vê feraseta faşîst Cizîr, Sûr, Şirnex hilweşand. Zarok û jin hatin kuştin. Hemû qetlîam girêdayî hev in.”
Togrûl herî dawîn jî diyar kir ku dixwazin Kurd û Elewiyan ji Mereş û Kurdistanê derxînin û got: “Kampên li Terolarê, mîlîtanên DAIŞ’ê tê wateya guherandina demografiya herêmê.”
‘YA KU LI GURGUMÊ HATE KIRIN QIRKIRINE’
Endama Parlemetoya PE’yê Bodîl Ballero binî xet kir ku li Gurgumê qetlîam hatiye kirin û got: “Dema ku em li wateya qirkirinê binêrin, a ku li Gurgumê hate kirin qirkirin bi xwe ye. Divê dadgehên li Tirkiyeyê vê bi vî rengî bibînin û binasin. Lê mixabin vê yekê wisa nabînin. Rewşa niha li Tirkiyeyê gelek xirabe. Her ku diçe Erdogan dibe xwedî hişmendiya yekparêz.”
Vallero bal kişand ser xebatên Ocaxên Nîjatperestan ên li Ewropayê û got: “Ev rêxistin, li gelek welatên Ewropayê xebatan dide kirin. Gelek kiryarên sûc dikin. Plan û armancên wan terorîstî ne. Divê ev kom bên xistina nava lîsteya terorê de.”
REXNE LI DMME Û YE’YÊ HATE KIRIN
Ji parêzerên din ên dozê Seyîd Sonmez bal kişand ser gorên winada ên Gurgumê û wiha got: “Di civaka me de nirxekî menewî û birêz hene. Desthilatdar vê yekê baş dizanin û gorên wan winda dikin, cenazeyê Dayika Tebet bi hefteyan li kolanê hate hiştin. Dema ku hate fêmkirin ku gorên wan winda ne, li ser navê xizmên winda pêvajo hate destpêkirin. Tevî serlêdanên dozgeriyê jî bê ku serî li îfadeyên gilker bê dayîn hatin redkirin. Piştre jî me serî li Dadgeha Destûra Bingehî da, wan jî bi gotinên “Çima ew qas sale ku hûn li gorên xwe nedigeriyan” bi îfadeyekî pêkenînî redkirin.”
‘DI VÊ SAETÊ DE LI KURDISTANÊ QETLÎAMÊN NÛ TÊN KIRIN’
Parlemeterê Yekîtiya Demokrat û Sosyalîst a PE’yê Costas Mavrîdes, diyar kir ku pirsgirêkên Elewî û Kurdan ên li Tirkiyeyê hene gotûbêjkirin girîng e û wiha got:
“Eger ku em bi rastiyan re hevrû nebin, dîsa em ê heman tiştan bijîn. Ji bo vê divê dersan jê bigirin. Divê em sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin ji bîr nekin. Ya ku sala 1978’an hate kirin yek ji van e. Tirkiye divê bi rastiyê re bê îqnakirin. Ev jî parçeyek yê sûce. Eger ku serê van sûcan bê girtin wê sûcên nû bên kirin. Di van saetên ku em niha daxivin de jî li Kurdistanê sûcên nû tên kirin. Ev bi salane Ewropa bêdeng e. Yek armanca dewletê heye, ew jî tesfiyekirina gelên dine. Ev sûceke. Mixabin DMME’yê biryarên ku daxwazên heyî bi cih naîne.”

‘KURD TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ DIKIN’
Parlementerê PE’yê Costan Mavrîdes, gerîlayên Kurd weke lêgerînvanên edalet û azadiyê pênase kir û got: “Li Kurdistanê îro gul vebûne. Desthilatdar li benda westana me ne, lê xwe dixapînin. Ev bezekî ya mirovahiyê ye. Di van mehan de li Kurdistanê gul bişkivîne. Ev têkoşînekî mirovî û edaletê ye. Divê her kes vê wiha bizane.”
‘DIXWAZIN QETLÎAMAN BIKIN ROJEVÎ’
Hevserokê Hewldana Gurgumê Mehemt Ustek jî anî ziman ku armanca wan rojeva qetlîaman bikin navnetewîkirinê û got: “Erka dikeve ser milê me û dostên me, sûc û hevkarên kiryarên sûc derxînin holê û edaletê pêk bînin. Eger ku sûcdar neyê dîtin wê sûcên nû bêkirin. Em Kurd û Elewî dibin gefa van sûcan de ne. Armanca hewldana me qetlîamê kirina rojevî û hevrûbibin. Daxwaza me ji saziyên Ewropayê piştgiriyê bidin me.
Li aliyê din pêşniyar hate kirin ku ji bo bîranîna qetlîamê abîdeyek bê çêkirin. Encamanameya konferansê wê piştre ji aliyê komîteyê ve bê eşkerekirin.