Li PE konferansa 'Di bin zexta qirkirinê de Mereş'

Li Parlamenta Ewropyaê, bi navê 'Di bin zexta qirkirinê de Mereş' konferansek tê lidarxistin. Di konferansê de, wê piştperdeya konferansê û lêgerîna li edaletê bên nirxandin."

Di ser komkujiya Mereşê re bi sal derbas bûn, ku di 19'ê Kanûna 1978'an de hate kirin û bi sedan mirov lê hatin kuştin. Lêgerîna li edaletê hê jî dewam dike. Saziyeke bi navê Hewldana Mereşê ya li Ewropayê dixebite, hewl dide komkujiyê ronî bike.

Bi vê armancê, li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê, bi beşdariya gelek nivîskar, lêkolîner û parlamenterên Parlamenta Ewropayê, konferansekê lidar dixe. Konferans wê sibe bi sernavê "Di bin zexta qirkirinê de Mereş" pêk were.

Komîteya Amadekar a Konferansê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku ji bo komkujiya Mereşê neyê jibîrkirin û rû bi rû çêbibe, ew hewl didin bikin ku raya giştî zextê bike. Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Bi rêya vê konferansê wê Komkujiya Mereşê hê bêhtir bê nîşandan, bê edaletî, bê hiqûqiya dema darizandinê bi berfirehî were nirxandin û hewl were dayin ku pêvajoya jinûve darizandinê bîne rojevê."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca bingehîn, hevrûbûna bi Komkujiya Mereşê û mehkûmkirina vê komkujiyê ji her alî ve ye. Di pêvajoya hesabpirsîna ji Komkujiya Mereşê de, wê her rê û rêbazên neteweyî û navneteweyî bên nirxandin û heta hevrûbûn lê bê kirin, wê ev hewldan bidomin. Di vê çarçoveyê de gelek kar hene ku divê werin kirin. Ev pêvajoyeke demdirêj û pir alî ye."

'ŞAHID Û PISPOR WÊ BAXIVIN'

Di destpêka konferansê de wê şahidên Komkujiya Mereşê Mavîş Toklû û endamê Hewldana Mereşê Mehmet Demîr biaxivin. Di konferansê de wê bi sernavên 'Di pêvajoya xalîkirina etno-olî de Mereş' û 'Komkujiya Mereşê û Lêgerîna li Edaletê' du rûniştin werin lidarxistin.

Ev beş wê ji aliyê Hevseroka Hewldana Mereşê û rojnamevan Elîf Sonzamanci ve bê birêvebirin. Nivîskar-lêkolîner Mehmet Tûnç, wê bi sernavê 'Komkujiya Mereşê û Rastiyên tên veşartin' pêşkêşiyekê bike. Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl jî wê li ser 'Komkujiya Mereşê û bandora wê li roja îro' baxive. Nivîskar Încî Aral jî, wê li ser tavmaya piştî komkujiyê pêşkêşiyê bike.

Beşa duyemîn a konferansê jî wê ji aliyê rojnamevan Şukru Yildiz ve bê birêvebirin. Ji parêzerên doza Komkujiya Mereşê Îbrahîm Sînemîllîoglû û Seyîd Sonmez, wê li ser 'Lêgerîna li edaletê ya 38 salan' pêşkêşiyê bikin.

Di beşa dawî ya konferansê de Hevserokê Hewldana Mereşê Mehmet Ustek wê li ser mijara 'Rol û wezîfeyên hewldana Mereşê' baxive.

Wekî din, wê ji parlamenterên Parlamenta Ewropayê, ji Koma Reformîst û Konservatîf a Ewropayê Mark Demesmaeker, ji Koma Hevalbendiya Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan Costas Mavrîdes û ji Koma Keskan Bodîl Valero wê di konferansê de baxivin û piştgiriya Hewldana Mereşê bikin.