BI DÎMEN

Li paytexra Fransa Parîsê bi hezaran kesî gotin 'NA'

Bi banga Platforma Na ya Fransa re meşek hat lidarxistin. Meş bi dirûşmeyên 'Ji faşîzmê re NA' û 'Ji dîktatoriyê re NA' hat destpêkirin.

Li paytexta Fransa Parisê meşa NA hat lidarxistin. Meşa ku di seat 15:00'an de li ber Gare ya l’Est destpê kirî li qafa Repûblîqûe yê vegeriya mîtîngê.

Di mîtîngê de Hevberdevka Platforma Na ya Fransa Hatîce Tolû û Hevberdevka HDK-Ewropa Demîr Çelîk axaftinek kirin.

Tolû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên faşîst û barbar yên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser gel û wiha got: "Di van şertan de bi 18 xalên destûra bingehîn diçin referandûmê. Lê ji bo vê rewşa fîlî qilifekî bi qanûn tê amadekirin. Li dijî vê tişta ku were kirin bikaranîna dengê NA ye. Bi hezaran siyastemedar avêtine girtîgehan. Di van şertan de gotina NA erkekî yê mirovahiyê ye."

Hatîce Tolû di dewama axaftina xwe de wiha got: "Li Cizirê û Sûrê welatiyên me şewitandin ev desthilatdarê zilim li bedenên miriyên me ji kirine. Lê belê nekarin berxwedanê teslîm bigrin. Rojnamegerên ku nabêjin ‘Erê’ jî girtine. Bi betalkirina Parlamenteriya Fîgen Yuksekdag asta faşîzmê dide nîşandan.

Dîsan di rojên derbasbûyî de bi êrîşkirina li ser gundê Xerabê Bavê em bi hêrstir kirin. Di vê çarçoveyê de kesên ku aşitî û azadiyê dixwazin li derdora dengê NA kombînin û banga hevgirtinê dikin."

Hevberdevak HDK-Ewropayê Demîr Çelîk êrîşên PDK’ê ya li ser Şengalê şermezar kir.

Çelîk wiha got: “Dixwazin hiqûqekî ku ti mafê gelan nas neke bixin dengdanê. Rast e pêwîstî bi destûrekî bingehîn heye. Ew jî destûra bingehîn a demokratîk e. Di roja me ya îro de li Tirkiyeyê ti hiqûq nîne. Ji bo vê li ser milê me Kurdên Ewropayê karekî mezin heye, divê em serkeftina xwe ya di hilbijartiên bihûrî de hê pêştir bibin.” Çelîk diyar kir ku divê ji bo gel, ji bo aştiyê denê ‘NA’ bikar bînin.

Mîtîng bi muzîka endamên meclîsa TEV-DEM’ê ve bi dawî bû.