Li Parlementoya Eyaleta Hamburgê resepsiyona Newrozê
Li Parlementoya Eyaleta Hamburgê resepsiyona Newrozê
Li Parlementoya Eyaleta Hamburgê resepsiyona Newrozê
Li Parlementoya Eyaleta Hamburgê ya Almanayayê ji aliyê Parlementerên Partiya Çepgir ve û bi beşdariya parlementerêna partiyên din, saziyên Kurd, Alman, Îranî û Efxanî resepsiyoneke Newrozê hate lidarxistin.
Bername ji aliyê Sirri Keil ê ku di radyoya NDR de moderatoriyê dike ve hate pêşkêşkirin. Bername bi axaftina Serokê Koma Meclîsa Partiya Çep a Hamburgê Dora Heyenn ve hate kirin. Piştre tevî parlementera Kurd Cansu Ozdemîr, parlementeran axaft kirin.
Ozdemîr bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku li gel awayê pîrozbahiya kevneşopî ya Newrozê, bi berxwedana Mazlûm Dogan a sala 1982’yê re Newroz wateyeke nû qezenc kiriye û ji hukûmeta Alman xwest ku Newrozê weke cejneke fermî qebûl bike.
Piştre parlementerê berê û profeseroê huqûqa navneteweyî Norman Peach axivî û diyar kir ku wî cara destpêkê salên 1990’an bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Her wiha da zanîn ku Ocalan dikare rolek xurt di demokratîzekirina Rojhilata Navîn de bileyize û dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.
Piştre hunermend Leman Stehn, Grup Mozaik û komên mûzîkê yên Îranê derketin ser dikê. Resepsiyaon bi govendê bi dawî bû.