Li Parlamenta Danîmarkayê konferansa li ser Ocalan

Li Parlamenta Danîmarkayê li ser tecrîdkirina Ocalan konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin, piştgirî ji grevên birçîbûnê re hate dayin û hat xwestin, PKK ji lîsteya 'rêxistinê terorê' bê derxistin.

Li Parlamenta Danîmarkayê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek hate lidarxistin. Piraniya wan Danîmarkî nêzî 100 kes tevlî konfearnsê bûn. Parlamenterên ji partiyên desthilatdarê û mûxalefetê cihê xwe di konferansê de girtin.

Di konferansê de mijarên; azadiya Ocalan, piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û derxistina PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' hatin nirxandin.

Konferans ji aliyê Global Senîors, Forûma Kurd û Komîteya Helsînkî ya Danîmarkayê ve hate organîzekirin û Vîllo Sîgûrdsson moderatoriya wê kir.

'KURDAN EM BI TENÊ NEHIŞTIN'

Serokê Delegasyona Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya Danîmarkayê Mîchael Aastrûp Jensen di konferansê de axivî û got, "Dostên me; Kurdan em li dijî DAÎŞ'ê bi tenê nehiştin. Ji bo parastina Kurdan hêvîdar im em ê çareseriyekê bibînin. Divê em wan bi tenê nehêlin, ji ber ku me bi wan re li heman aliyî cih girtin."

Ji Global Senîorsê Per Bo jî got, "Biryara Trûmp a vekişandina leşkerên Emerîkî em hemû matmayî hişt. Emerîkî, rayedarên Pentagonê, gelek pispor û rayedarên hikumeta Emerîkayê bi xwe li dijî Trûmp derketin. Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê li dijî vê derket û diyar kir ku DAÎŞ hîn li Sûriyeyê neqediya ye û divê bi Kurdan re şerê li dijî DAÎŞ'ê bidome."

'ERDOGAN DÛRÎ MAFÊN MIROVAN E'

Ji Komîteya Danîmarka Helsînkî Carl Erîk Foverskov diyar kir, Tirkiye li Sûriyeyê, li derveyî welat, li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike û ji bo Kurdan binpê bike çi jê tê dike. Foverskov ji bo vê yekê jî mînaka Efrînê û Sûrê nîşan da û got, "Ocalan mîna Mandela lîderekî welê ye ku dikare şer biqedîne. Ocalan ne tenê bandorê li Kurdên li Tirkiyeyê dike, her wiha li Kurdên li welatên din jî dike. Vekişîna Emerîka bi rengekî bê wext ji Rojava dibe ku rê li ber şer veke. Tirkiyeya Erdogan gelekî dûrî demokrasî û mafên mirovan e."

'DIVÊ OCALAN JI NÛ VE BIKEVE DEWRÊ'

Nivîskar û wergêrê Elman, ji avakerên Komîteya Azadî ji Ocalan re Reîmar Heîder jî bi bîr xist ku Ocalan bi salan agirbest ragihand, lê belê dewleta Tirk Ewropa ji bo îzolasyonê îqna kir û got, "Tecrîdkirina Ocalan banga li şer e. Li aliyê din, zextê li lîderên Kurd, li Selahattîn Demîrtaş dikin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê têk çû, şer ji her demê girantir bû. Ji ber vê yekê bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê tên kirin. Ji bo qedandina şer divê Ocalan ji nû ve bikeve dewrê. Rayedarên CPT gelekî xemsar in. Divê Ocalan karibe malbata xwe bibîne, bi telefonê biaxive, nameyan binivîsîne û werbigire. Xemsariya Ewropayê em hemû matmayî hişt. Amnesty Înternatîonal ti carî ji bo Ocalan kampanya siyasî nekir. Halbûkî ew mehkûmekî siyasî ye. Ji kerema xwe em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan destekê bidin kampanyayan."

'DIVÊ PÊŞÎ LI ERDOGAN BÊ GIRTIN'

Ji Partiya Alternatîf parlametner Ulla Sanbæk got, "Destekê didim têkoşîna Kurdan. Ez fêhm nakim bê Tirkiyeyiyên li Ewropayê çawa dikarin deng bidin Erdogan. Divê pêşî li jinûve hilbijartina Erdogan bê girtin."

Endamê Komîsyona Pêşîgirtina li Êşkenceyê Tûe Magnûsen got, "Divê di encamnameya konferansê de navê Ocalan derbas bibe. Pêwîste girtiyên siyasî hemû û Ocalan bên berdan. Di heman demê de divê navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin."

Serokê Delegasyona Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê ya Danîmarkayê Mîchael Aastrûp Jensen got, "Ji bo başkirina rewşa Kurdên li Tirkiyeyê û li Bakurê Sûriyeyê Ewropa dikare gelek tiştan bike.

Rewşa li Tirkiyeyê nebaş e. Yekîtiya Ewropa dikare gelek tiştan bike. Tirkiye gav bi gav ji Ewropayê dûr dikeve. Piştî DYE'yê xwe vekişand çi dikare bê kirin, bi rastî nizanim. Nayê zanîn bê Trûmp çi bike. Ya ku em dikarin bikin ew e ku zextê li Erdogan bikin."

Ji Partiya Gel a Sosyalîst parlamenter Holger K. Nîelsen got, "Şerê li dijî DAÎŞ'ê me qezenç nekir, Kurdan qezenç kir. Emerîkiyan tenê ji hewayê destek da. Kurd ne tenê şervanên baş in, di heman demê de mutefîkên ku mirov dikarin bi wan piştrast bin." Nîelsen diyar kir ku Erdogan dixwaze li dijî Kurdan şer bike, ne li dijî DAÎŞ'ê û got, "Kurd ji aliyê mutefîkên xwe yên rojavayî ve bi tenê hatin hiştin. Divê em hewl bidin, ji bo Kurd ji vê rewşa zehmet derkevin. Pêwîste pêvajoyeke hevdîtinên polîtîk dest pê bike û Kurd bibin beşek ji wê."

'DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN'

Nîelsen bal kişand ser rewşa nebaş a aboriya Tirkiyeyê û got, "Tirkiye ji aliyê aboriyê ve dikare bê tengavkirin û tawîzên polîtîk jê bê wergirtin. Di heman demê de popularîteya Erdogan li Tirkiyeyê kêm dibe. Mûxalefet dikare hîn bêhtir bê xurtkirin."

Jensen jî got, "Ne girîng e ku PKK di lîsteya 'terorê' de be yan nebe. Mafê gelê Kurd e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike."

Nîelsen jî destnîşan kir ku divê Kurd di nava rewşeke otonom an jî federasyonê de karibin bijîn û got, "Peymana Sevrê nebaşiya herî mezin e ku di dîrokê de li Kurdan hatiye kirin. Pêwîste Kurd jî bibin yek û bi hev re tevbigerin. Bi dîtina min divê PKK ji lîsteya 'terorê' were derxistin."

ENCAMNAME

Di encamnameya konferansê de wiha hate gotin: "Ji ber rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê em gelekî bi fikar in. Em balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven pêk tê. Ji dewleta Tirk dixwazin ku hevşaredar û parlamenterên girtî hemû bên berdan. Cihê wan ne girtîgeh e.

Em dixwazin bang li siyasetmedarên Danîmarkî bikin; di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re rewşa girtiyên siyasî bişopînin û di van mijaran de daxwazê ji dewleta Tirk bikin."