NÛ BÛ- Êrîş li parlamenta Îranê û gora Hûmeynî hate kirin
Li parlamenta Îranê û gora Hûmeynî, di heman demê de êrîş hatin kirin. Di encamê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Şerê li parlamentê jî dewam dike.
Li parlamenta Îranê û gora Hûmeynî, di heman demê de êrîş hatin kirin. Di encamê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Şerê li parlamentê jî dewam dike.
Li paytexta Îran Tehranê, 3 kes danê vê sibehê ketin nava parlamentê û êrîş kirin. Kesekî bombe li xwe pêçandibû jî, li gora yek ji lîderên şoreşa Îranê Ayetûllah Hûmeynî xwe teqand.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, danê vê sibehê saet dora 09:00 û 09:30 de 3 kes, ku di destê du ji wan de kalaşnîkov hebû û yek jî bi debanceyê bû, êrîşî parlamenta Îranê kirin.
Êrîşkar, dema ku parlament li serdana gel vekirî bû ketin hundirê parlamentê û tê gotin, gelek kes dîl girtine. Deriyên parlamentê hatin girtin û hêzên rejîma Îranê operasyonê li avahiya parlamentê lidar dixin.
Parlamenterê Tehranê Îlyas Hezretî agahî da medya Îranê û diyar kir, du êrîşkar bi kalaşnîkov in, yek jî bi debance ye.
Wekî din, saet di 10:10'an de, yek ji êrîşkarên li parlamentê derket derve û gule li hêzên Îranê yên li derdorê reşand. Li ser hejmara mirî û birîndarên ji ber vê gulereşandinê agahî bi dest neket. Tê gotin, gelek kes birîndar bûne.
Di heman demê de, li herêma ku gora lîderê şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetûllah Hûmeynî heye, êrîşek hate kirin. Li gorî agahiyên ji aliyê ajansên nûçeyan ên Îranê û televîzyona dewletê ya Îranê ve hatin ragihandin, li gora Hûmeynî êrîşeke xwekujî hatiye kirin.
Hat ragihandin, di vê êrîşa li gora Hûmeynî de kesek miriye, kesek jî birîndar bûye. Wekî din, jinek li herêmê, bi gumana ku êrîşkara xwekuje hate binçavkirin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê jî diyar kir, êrîşkarên li gora Hûmeynî 3 kes in, 2 jê hatine girtin û yekî jî bombeyên li ser xwe teqandiye. Ajansê da zanîn, ku ji ber teqînê 2 kes birîndar bûne.
Li avahiya parlamentê şer dewam dike. Ji ber her du êrîşan tê gotin, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 15 kes jî birîndar bûne.
DAIŞ'ê êrîş li xwe girt.