Li Parîsê zextên dewleta Elmanyayê tê protestokirin
Li Parîsê zextên dewleta Elmanyayê ên li ser saziyên Kurd tê protesto kirin.
Li Parîsê zextên dewleta Elmanyayê ên li ser saziyên Kurd tê protesto kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Elmanyayê zextên dewleta Elmanyayê yên li ser saziyên Kurdan protesto dikin.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin; “Dewleta Elmanya tankan difiroşe Tirkiyeyê û Tirkiye jî bi van tankan êrîşî Efrînê dike. Niha jî bi daxwazên dewleta Tirk dixwazin saziyên Kurd krîmînalîze bikin.”
Çalakgeran bi dirûşmeya ‘Dîktator Erdoğan, Merkel destekê dide’ çalakiya protestoyê didomînin.