Li Parîsê ji bo Ocalan stand hate vekirin

Ji bo azadiya Ocalan, li Parîsê stand hate vekirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, endamên Komiteya Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê ya Fransa (YXK) ji bo balê bikêşên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina Ocalan stand vekirin.

Standa ku li Qada Repûblîqûe hatî vekirin, bi sedan belavokên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin.

BANGA 'BÊ NAVBER ÇALKIYÊ'

Endamê YXK'ê Yûnûs Çîçek ku di aktiviteyê de axivî wiha got;

"Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in. Pêkanînê ku ne li gorî hiqûqane, îro li Îmraliyê tên pêkanîn. Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin û em ê her roj çalakiyan lidar bixîn. Em bang li hemû ciwanên Kurd din ku heta Rêbertî azad nebe li dijî faşîzmê bê navber çalakiyan lidarbixin."

Çalakî wê heta saet 17:00'am bi dome.