Li Parîsê ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Li paytext Parîs, ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li paytext Parîs, ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li paytext Parîs a Fransayê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng hate lidarxistin.
Li ser banga Ciwanê Azad a Parîsê di saet 14:30’an de li pêşiya Gar de lest meş hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên Ocalan û pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate berz kirin.
Li Qada Repûblîqûe yê Hevseroka KCD-E Yuksel Koç xîtabî gel kir û wiha got: “Ocalan ji bo şerê qirêj ên li Rojhilata Navîn bide rawestandin û ji bo gel bi awayekî azad bijin têkoşînê dike. Azadiya Ocalan azadiya jinê, azadiya gelane. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Na Be” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.