Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li banliyoya Drancy a Parîsê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bi kon hate lidarxistin.
Li banliyoya Drancy a Parîsê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bi kon hate lidarxistin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Drancyê, bi armanca ku balê bikşînin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi heman armancê ji bo piştgirîdayîna çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewropa ku ev 49 roj e didome, li Clichy- Soûs-Boîs çalakiya kon lidarixstin.
Di çalakiyê de pankarta li ser wê nivîsa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ye hate vekirin û bi sedan belavokên qala sîstema Îmralî dikin, hatin belavkirin.
Li aliyê din ji bo çalakiya rûnîştinê ya li pêşiya CPT û KE ya ku didome banga tevlîbûna bihêz hate kirin û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ çalakî bi dawî bû.