Li Parîsê greva birçîbûnê li Graz mîtîng
Li Parîsê greva birçîbûnê li Graz mîtîng
Li Parîsê greva birçîbûnê li Graz mîtîng
Li tevayî welatên Ewropa çalakiyên ji bo Kobanê didomin. Li Parîsê greva birçîbûnê berdewam dike û li bajarê Graz ê Awûstûrya mîtîngek hat lidarxistin.
Greva birçîbûnê ya li Parîsê bi armanca xwedîderketina berxwedana li Kobanê di roja çaremîn de dewam kir. Çalakvanên şeva xwe li Akademiya Çandê ya Kurd derbas kirin saet 12.00’an û şûn ve derbasî ber Meclîsa Neteweyî bûn. Di çalakiya greva birçîbûnê de tevahiya rojê axaftin hatin kirin, dirûşm û sirûd hatin gotin. Nûnerên saziyên Kurd, dosya pêşkeşî siyasetmedaran kirin. Çapemeniya Fransa jî çalakî şopand.
Endamên ACTÎT jî piştgirî dan greva birçîbûnê. Çalakî ku tevahiya rojê bi awayekî zindî dewam kir, Hevseroka PYD’ê bi rêya telefonê xîtabî çalakvanan kir.
Abdullah a çalakvan silav kir got, “Hinek şerekî psîkolojîk dimeşînin û dibêjin Kobanê dikeve. Ev derewin, Wê Kobanê tu carî nekeve. Gelê me bi vê biryar û baweriyê li ber xwe dide.”
Wê çalakî sibe ji saet 12.00’an û pêve bidome. Saet 15.00’an ji Qada Invalîdes heta Birca Eîffel wê meşek bê lidarxistin. Piştî meşê wê greva biçîbûnê bi dawî bibe.
Li bajarê Graz ê Awûstûrya di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de piştî mîtînga roja Çarşemê îro jî bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ mîtîngek hat lidarxistin.
Gelek kesên saet 15.30’an li Qada "Am Eisernen Tor" a navenda bajêr kom bûn xwestin hikûmeta Awûstûrya li hember çeteyên DAIŞ ên dixwazin bikevin Kobanê dagir bikin bikeve nav tevgerê.
Di tevahiya mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî ku têde behsa êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê tên kirin hatin belavkirin.
Di mîtînga ku rastî eleqeyeke zêde ya Awûstûryayiyan jî hat saet 17.30’î bi dawî bû.