Li Parîsê di roja 658’emîn de lêgerîna edaletê dewam kir

Li Parîsê di roja 658’emîn de lêgerîna edaletê dewam kir

Li Parîsê weke her Çarşem îro jî çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya nobeda edalet û ronahiyê ya her Çarşem bi armanca şermezarkirina qetilkirina yek ji damezrînerê PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku her hefte tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.

Kurdistanî û endamên SKB'ê yên li ber navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev, piştî saet 14.00’an de dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Em hemû Sakîne, Leyla, Fîdan û PKK’yî ne” û "Qatil Tirkiye" hat gotin. Kurdistaniyan di meşê de belavok dan kesên derdorê.

Di axaftinên çalakiyê de, ronînekirina komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Girse heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiya, ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Di axaftinên li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê de ji ber Serokkomarê Fransa François Hollande wê roja Înê Tayyip Erdogan qebûl bike hat şermezarkirin. Çalakvanan di axaftinên xwe de gotina Erdogan a, “Pêkhateya paralel li Parîsê komkujî  pêk anî” ku di mîtîngan de digot,  bibîr xistin û gotin, “Bila wê demê François Hollande ji Erdogan pirs bike kî ne ev paralel."

Çalakvanên ku berxwedana Kobanê silav kirin diyar kirin ku Erdogan ji bo li hemberî Kobanê û Rojava polîtîka bimeşîne wê bê Parîsê û wiha gotin, “Em ê jî wî pêşwazî bikin. Roja Înê saet 14.00’an em ê li qada Învalîdes bin.”

Çalakvanan ji bo çalakiya 1’ê Mijdarê jî banga tevlîbûnê kirin. Çalakî bi çepik û tilîlyan bi dawî bû.