Li Parîsê di roja 616’emîn de daxwaza edalet û ronîkirinê

Li Parîsê di roja 616’emîn de daxwaza edalet û ronîkirinê


Kurdistaniyên li Parîsê mîna her hefte îro jî daxwaza edalet û ronîkirinê kirin. Li ser komkujiya Parîsê ya yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin 616 roj derbas bûn, Kurdistaniyan daxwaza edalet û ronîkirinê kirin.

Çalakiya vê hefteyê ya li Parîsê bi pêşengiya endamên Ciwanên Azad pêk hat. Her hefteyê  Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên ku bi flama û girseya xwe tevlî çalakiyê didin, vê hefteyê jî piştgirî dan çalakiyê.

Çalaki saet 14.00’an li ber Akademiya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Parîsê destpê kir. Girseya ku bi dirûşmayan dest bi meşê kir, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan  Dogan, Leyla Şaylemez û flamayên Ciwanên Azad, KCK, KJB, FEDA, PYD û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Girseyê ku dirûşmayên “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Ronahî ne”, “Qatil Tirkiye”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” gotin di meşê de çalakiya 5 deqe rûniştinê pêk anîn. Bêrîvan Akyol ku li vir axaftineke kurt kir got: “Em 616 roj in li bendê ne ku edalet bê bicihanîn. Heya niha gelê Kurd ji bo zelalbûna hêzên li pişt vê komkujiyê ji qadan cuda nebûne. Me bi çalakiyên xwe hewl da daxwaza xwe ya edalet û ronîkirinê bigihînin rayedarên Fransa. Lê hîna hêzên li pişt komkujiyê nehatine zelalkirin” û cardin bang li saziyên peywendîdar ên Fransa kir.

Girseya ku hat ber deriyê Hejmar 147 a Buroya Enformasyona Kurdistanê, li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, di axaftinên kurt ên hatin kirin de hat gotin ku di dosyaya têkildarî komkujiyê de ti pêşketinek çênebûye û tenê dosya bi agahiyên ku Tirkiye bide dikare pêş bikeve. Di çalakiyê de hat destnîşan kirin ku rayedarên Fransa di vê mijarê de bi qasî tê xwestin zext nekirine û çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.

Di çalakiyê de bi Fransî belavokên der barê agahiyên piştî komkujiyê de li kesên derdorê hatin belavkirin.