Li Parîsê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Li Parîsê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Li Parîsê çalakiya piştgiriya bi Rojava re
Li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca piştgirîdayîna Rojavayê Kurdistanê, çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakiya li ber banliyoya Villers Le Bel ji aliyê Meclîsa Çand û Hunerê ya Kurd a Parîsê ve hat organîzekirin û gelek kes beşdar bûn.
Di çalakiyê de panêlek bi beşdariya Nûnerê PYD'ê Xalid Îsa û siyasetmedarê Kurd Şêrgo hat lidarxistin û bûyer, pêşketin û pirsgirêkên li Rojava hatin nirxandin.
Li dû panêlê, dengbêj Marûf û hunermend Nûarîn derketin ser dikê û stranên xwe ji bo Rojava gotin.
Di çalakiyê de ji bo Rojavayê Kurdistanê sînevîzyon hat nîşandan û Koma Hêja ya Şanoyê jî, lîstika xwe ya bi mijara komkujiya Roboskê pêşkêşî beşdaran kir.
Çalakiya ku heta derengiya şevê dewam kir, bi stranên Ûlaş Kelaşîn bi dawî bû.