Li Parîsê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li Parîsê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li paytextê Fransa Parîsê ji bo ronîkirina komkujiya 9’ê Çileyê ya sê jinên şoreşger ên Kurd, ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ hate li darxistin.

Jinên Kurd weke her hefte çêbûyî, vê hefteyê jî bidaxwaza edaletê ji Akademiya Çand û Hûner ya Kurdisatnê ber bi Enformasyona Kurdistanê ve meşiyan.

Di çalakiya ku jinên sosyalîst jî piştgirî dane de, bi dirêjahiya meşê sloganên “Şehîd namirin”, “Em edaletê dixwazin” qîriyan. Di meşa ku pankartên “Ev 168 roje em edaletê dixwazin, berpirsyaran bibînin” vekirin sloganên “Ji Ocalan re azadî”, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” qîriyan.

Çalakiya li ber buroya enformasyona Kurdistanê jî bideqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li gel sloganan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate li darxistin. Piştî çalakiya rûniştinê hate gotin ku, pêwîste didemek kurt de kujer bên derxistin. Her wiha bidirêjahiya meşê belavok hatin belavkirin.

Komek ya çalakvana jî di çarçoveya kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî îmze berhev kirin.