Pêvajoya lêpirsîna têkildarî yek ji damezrînera PKK’ê Sakîna Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanan Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin ku temam bû Kurdistaniyan îro jî çalakî li dar xistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 20 gulanê 2015, 16:59
Pêvajoya lêpirsîna têkildarî yek ji damezrînera PKK’ê Sakîna Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanan Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin ku temam bû Kurdistaniyan îro jî çalakî li dar xistin.
Kurdistanî û endamên SKB’ê yên daraz û edaleta Fransa şermezar kirin li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn. Di çalakiya saet 14.00’an destpê kir careke din “edalet” hat gotin.
Di meşa heta li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, bêdengiya daraza Fransa û yekîneyên eleqedar a têkildarî Komkujiya Parîsê bi dirûşman hat şermezarkirin.
Di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin û flamayên wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.
Girseya hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan li vir deqeyek rêzgirtin pêk anî. Di axaftinan de her wiha êrîşên li hember HDP’ê jî hatin şermezarkirin.