Li Parîs û Oslo çalakiyên greva birçîbûnê

Li Parîs û Oslo çalakiyên greva birçîbûnê

Li paytexta Fransa Parîs greva birçîbûnê ya li ber avahiya parlamentoyê ku didome, Kurdên li Norveçê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan kirin.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk Fransa (CDK-F) li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa ku çalakiya greva birçîbûnê û ya kon hat destpêkirin îro bi tevlîbûna bi sedan kesan dewam kir.

Ji ber dijwarbûna şer û pevçûnên li Kobanê li ser banga CDK-F ji danê sibehê ve Kurd û dostên Kurdan herikîn Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.

Girse ji avahiya Navenda Civakî bi çalakvanên di greva birçîbûnê de çûn qada çalakiya kon. Li vir bênavber, dirûşm, sirûd  hatin berzkirin û axaftin hatin kirin. Nûnerê PYD’ê yê Parîs, Xalid Îsa, Seroka Piştevaniya Kurdistan a Fransa Sylvie Jan, endamên ACTÎT, xwendekarên rojnameya Alînterî û gelek nûnerên saziyên demokrat şoreşger hatin serdanê.

Sylvîe Jan got, "Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ji bo tevayî cîhanê dibe mînak. Jinên li çiyayan, berxwedêrên li Kobanê, dayikên li sînor, şaredariyên malovaniya Êzidiyan dikin û hemû Kurd li ser piyan e."

Jan herî dawî diyar kir ku ji bo meşa mezin a roja Şemiyê wek Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransa amadekariyên xwe dikin.

Paşê bi hevdîtinên di nav rojê de bi Komîsyona Karên Derve a Meclîsê re ku pêwendî hat çêkirin, çalakvan bi heyetekê çûn hevdîtina di saet 18.00’an de.

Di hevdîtinê de der barê pêşveçûnên dawî dosyayek hat pêşkeşkirin. Çalakvan wê roja Înê û Şemiyê jî li Meclîsa li Învalîdes amade bin. Roja Şemiyê saet, 15.00’an wê meşeke mezin a Kurdên li herêma Ile-de-France ku Parîs jî di nav de ye bi beşdariya Kurd û dostên wan bê lidarxistin.

Kurdên li Norveç jî ji bo balê bikişînin ser êrîşên li hember Kobanê dest bi greva birçîbûnê kirin. Wê çalakî 4 rojan bidome. Wê çalakvan û gel sibe jî biçin pêşiya Wezareta Karên Derve ya Norveç û bixwazin wezaret li hember Tirkiyeyê helwest bigire.

Çalakvanan diyar kirin ku armanca wan ev e ku "Hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê” bi Norveçê bidin bihîstin û xwestin Norveça endama NATO li hemberTirkiyeyê pêkanînan bike.

Kurd di yekemîn roja greva birçîbûnê de li ber parlamentoyê hatin gel hev dirûşmayên, "Terorîst Tirkiye ji Kurdistanê bicehime!",  "Terorîst DAIŞ ji Kurdistanê bicehime!" gotin. Çalakvanan her wiha broşurên têde behsa pêşveçûnên dawî yên li Kobanê û Kurdistanê dike belav kirin.

Li herêma çalakiyê ciwanên ji Ungkurd hatin, bi kumbarayên "Heyva Sor a Kurdistan" li ser wan nivîsandî, ji kesên derdorê ji bo Rojava çalakî komkirin.