Li Parîs û Creîlê meşên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarên Parîs û Creîl ên Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî û dostên wan meşiyan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Creîlê, ji bo azadiya Ocalan û bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê meşek organîze kir. Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya NAKE û Partiya Komunîst a Fransayê destek dan meşê. Meşa ji ber Gara Creîlê destpê kir, li navenda bazarê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Komîteya "Azadî ji Ocalan re" daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hat xwendin. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya şehîdên 14'ê Tîrmehê di nava dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de. Mîtînga bi qasî 150 kes lê amade bûn, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qediya.

PARÎS

Li Parîsê, endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Ocalan meşiyan.

Ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Faşîst Tirkiye", "Kujer Erdogan", "DAIŞ Erdogan", "Bijî Serok Apo" ber bi meydana Chatelet ve meşiyan. Ciwanan xwestin tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad bibe.

Ciwanan her wiha bi dirûşme û belavokan bang li welatiyan kirin, ku tûrîzma li Tirkiyeyê boykot bikin.

...