Li Parîs, Marsîlya û Viyanayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li bajarê Parîs û Marsîlya yên Fransayê û li bajarê Viyana yê Awûstûryayê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi şevekê hate pîrozkirin. Li Marsîlyayê jî bi pêşengiya ciwanan pîrozbahiyek pêk hat. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî meşek pêk hat.

PARÎS

Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Fransa Parîsê bi şevekê hate pîrozkirin.

Nêzî hezar û pênc sed kes tevlî şevê bûn.

Piştî axaftina destpêkê hunermend Cîhan Çelk, Jala, Marûf, Rotînda, Çetîn Zîlan, Deza Amed, Zarîfe, Ozan Comert û Bengî Agirî derketin ser dikê.

Endamê Dîwana KCDK-E'yê Vedat Bîngol, nûnerên saziyên baweriyan û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan axivîn.

Piştî nîşandana sînevîzyonê girseya gel bi gerandina govendê salvegera pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

MARSÎLYA

Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate pîrozkirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger pîrozbahî pêk anî.

Qisekeran ji bo geşkirina berxwedan û têkoşînê bang kirin.

VIYANA

Pîrozbahiya li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Piştî nîşandana sînevîzyonê nûnerê PYD'ê Bavê Ozan û Parlamenterê berê yê HDP'ê Demîr Çelk axivîn.