Li Oslo û Stavangerê ji bo ewlehî û tenduristya Ocalan çalakî

Li paytext Oslo ya Norveç û bajarê Stavengerê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

OSLO

Li paytext Oslo ya Norveç tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hate protestokirin.

Meşa ji stasyona trenê destpê kir, heta pêşiya Parlementoya Norveçê dewam kir.

Di meşê de tim dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qîrkirin û daxwaz ji CPT’yê hate kirin ku bi leztirîn demê biçe Îmraliyê.

Di meşa polîtîkayên AKP’ê û Erdogan jî hate protestokirin de, Hevserokê Meclîsa Kurd a Osloyê Bager Muhammed Kurdistanî, Nivîskar û dostê Kurdên Norveçê û parlementerê berê yê Partiya Sor Erlîng Folkvord jî axivîn. Di axaftinan de qala rola Ocalan hate kirin û azadiya wî hate daxwazkirin.

STAVANGER

Li bajarê Stavengerê bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtînga têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin de dirûşmên “Faşîst Erdogan” û “Faşîst AKP” hate qîrkirin. Di daxuyaniyên li vir hatin dayîn de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Ocalan çalakiyan lidar dixin.

Di heman demê de di çalakiyê de ji bo girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Îranê tên girtin jî daxwaza azadiyê hate kirin.