Li Oldenburgê DAIŞ’iyan Kurdek kuştin

Diyar bû ku kesê penaberê ku roja Çarşemê li Oldenburg a Elman di encama êrîşa kêrê de hatî kuştin penaberê bi navê Abdulhenan Yakûp ê ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Diyar bû ku kesê penaberê ku roja Çarşemê li Oldenburg a Elman di encama êrîşa kêrê de hatî kuştin penaberê bi navê Abdulhenan Yakûp ê ji Rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî şahidan du sempatîzanên DAIŞ’ê rojî kirine hencet û Yakûp kê kirine.

31’ê Gulanê saet 18.00’an Abdulhenan Yakûp ê 33 salî, yê ji Efrînê, Rojavayê Kurdistanê, li sûka ji trafîkê re girtî ya Oldenburgê du sempatîzanên DAIŞ’ê dijûn lê kirine. Du sempatîzanên DAIŞ’ê yên ku diyar bûn ji Sûriyê ne dema ku çav şîrcemeda di destê Yakûp de dikin, dibêjinê, ‘’çima tu rojî nagirî?’’ û diberizinê.

Yakûp dema ku bi bêdengî pişta xwe dide wan û hewl dide ji wan dûr bikeve, dema ku Yakûp li pişt xwe vedigere tê kêrkirin. Penaberê Kurd ku ji ji gelek deverên wî hate kêrkirin li gel hemû helwdanên ekîba tendiristiyê jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Diyar bû ku hevjîna Yakûp ev 8 meh in ducanî ye û dema ku DAIŞ’ê êrîş bi ser Rojava de biribû, li gel 2 zarokên xwe beriya bi du salan hatibûn Elmanya, xwe daxwaza lêstirînê kiribûn.

Du sempatîzanên DAIŞ’ê duh derxistin dadgehê, ji wan yek jê hate gritin û yek serbest hate berdan.

Diyar bû ku êrîşkarê 22 salî yê ku hatî girtin beriya bi demekê ji Sûriyê hatiye û daxwaza lêstirînê ji Elmanya kiriye û li ser milê vî kesî deqên ku DAIŞ’ê bi bîr dixin hene. Jêderkên polîsan jî ragihandin ku berê jî sicîla vî kesî ya birîndarkirin û diziyê hebûye.

Oldenbûrgî yên ku têne cihê bûyerê jî kulîlkan lê cihê bûyerê datînin û terora DAIŞ’ê şermezar dikin. Dozgeriya Oldenbûrgê jî got têkildarî sedema bûyerê di destê wan de hê agahiyên teqez nîn in lê li gorî esnafan ‘pevçûna Rojiyê ye’.