Li Nurnberg û Rennesê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Nurnberg ê Elmanya û Rennes ê Fransayê bi çalakiyên hatin kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam meşek hate kirin.

Meşa ji Qada Weîssen Trûmê destpêkir gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bû. Her wiha di meşê de posterên berxwedêrên grevan hatin hildan. Di axaftinên meşê de hate kirin, hate gotin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û bibin layîqî çalakiyên canbexşane û destek bidin çalakiyan divê li her qadê têkoşînê xurt bikin.

RENNES

Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennes û Komeleya Jinan a Zîn li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re meşiyan.

Meş ji Qada Colombîa heta Qada Repûbîlîqûeyê bi diûrşmên ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Dawî li bêdeniyê bînin’, ‘Bijî Berxwedan û piştevanî’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ meşiyan. Di meşê de li ser rewşa grevan belavok hatin belavkirin û meş bi daxuyaniyê bi dawî bû.