Li nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger hevdîtin hate qedexekirin

Serlêdanên ji bo hevdîtina bi nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, bi hinceta "bi xeter in" hatin redkirin.

Nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de di 29'ê Cotmehê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatibû girtin.

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina bi Oznûr Deger re hatin kirin bi hinceta "bi xeter in" hatin redkirin, yek jî bi hinceta "navnîşan" hat redkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de tevî Deger Midûrê Karên Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên wê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihana JINNEWS'ê Habîbe Eren jî hatibûn girtin.

Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Dîren Yûrtsever, Habîbe Eren û Oznûr Deger li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, Denîz Nazlîm, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Selman Guzelyuz jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê tên girtin.