Li Nottînghamê çalakî

Li bajarê Nottîngham ê Îngilîstanê, li ser banga 'Li dijî faşîzma TC rabe ser piyan' a Kampanya Piştgiriya Kurdan, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî il old Market Sqûare ya li navenda bajêr pêk hat û tevî Kurdistaniyan gelek Îngilîz jî tevlî bûn.

Di çalakiyê de êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê, girtina parlamenteran û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Her wiha 38. salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Çalakgeran al û dowîz hildan û xwestin PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin. Çalakgeran bang kirin, ku Tayyîp Erdogan û derdora wî li lîsteya terorê werin bicihkirin, ku bi çalakiyên terorê gefê li Rojhilata Navîn û cîhanê dixwin.

Nûnerên Yekîtiya Mamosteyan a Neteweyî ya Nottînghamê, Tifaqa ji bo Azadiya Karkeran, Koma Komunîst a Şoreşger, Partiya Sosyalîst û Kampanya Piştgiriya Kurdan a Leîcesterê li qada çalakiyê axivîn û destek dan.

Girseya gel piştî çalakiyê berê xwe da Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û tevlî pîrozbahiya 38. salvegera damezrandina PKK'ê bû.