Li Norwecê wê Weqfa Piştevaniya bi Kurdistanê re bê avakirin

Li Norwecê wê Weqfa Piştevaniya bi Kurdistanê re bê avakirin

Têkoşîna gelê Kurd a li Kobanê, bandora xwe ya li Norwec didomîne. Kurd û dostên Kurdan yên li Norwecê bi armanca piştevaniya ji bo berxwedana dîrokî weqfê vedikin.

Di civîna ku li paytext Osloyê pêk hat de ji bo piştgiriyê bidin xebatên erênî yên lobî û dîasporeyê ya ji her çar parçeyên Kurdistanê biryara avakirina weqfê girtin.

Civîna ku li Navenda Partiya Sor a Norwecê pêk hat, Parlamenterê Partiya Sor ê berê Erling Folkvord, siyasetmedara Kurd Seher Aydar, nûnera Weqfa Diyalog û Aştiyê Nansen Bente Knagenheim, nûnerê KNK’ê yê Norwecê Refik Gefur jî di nav de gelek siyasetmedar, akademîsyen û xwendekar tevlî bûn.

Di beşa duyem a civînê de Erlîng Folkvord çavdêriyên xwe yên xeta sînorê Kobanê-Pisûsê vegot.

Moderator Seher Aydar der barê armanca weqfê de agahdarî kir û dan û standina fikr û nêrînan kir.

Di biryarê de navê  weqfê wek ‘Weqfa Piştevaniya bi Kurdistanê re’ hat qebûlkirin.

Her wiha ev biryar hatin girtin:

Weqf wê ji bo mafên mirovahî, çand û neteweyî têbikoşe û xebatên lobiyê bimeşîne

Weqf wê girîngiyê bide hemû xebatên hevpar ên partiyên Kurdistanê

Geşedanên li Kurdistanê wê ji bo çapemeniya Norwecê bên ragihandin.

Ji bo gelê ku neçar maye koç bikin wê kampanya bên pêkanîn.

Kesên endamên weqfê wê 250 kron (30 euro) xwendekar jî wê 100 kron mehane bidin.

Di mehên havînê de wê civînek pêk bê.