Li Nobetên Demokrasiyê helwesta dijî dagirkeriyê

Li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 52'an de haziriya dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 52'an de li Kolana Lîseyê ya Amedê bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, aktivîstên TJA'yê,  endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiya Kurdan, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Meclîsa Jinan a HDP'ê, gelek rêveberên Rêxistina Bajêr a Xarpêtê ya HDP'ê hazir bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik got komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Imraliyê bi pergala tecrîdê didome.

Uyanik got hedefa sereke ya komployê bi pêşdîtinên Ocalan û bi projeya aştî, demokrasiyê bi ser neketiye û domand, ''Di şer de kes bi ser nakeve, aştî jî ji bo her kesî serkeftin e. Ji bo gelên me bêyî ku bi derengî bikeve ji bo ku polîtîkayên şer dûr bikevin û bi mîmarê aştiyê Rêzdar Ocalan re muzakereyên zelal û vekirî bikin.''

Li Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê jî çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin, ''Vîna gel nikare were desteserkirin.''

Wekîlê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farîsogullari, di çalakiyê de ku gelek partiyî û şêniyên bajêr hazir bûn, ji bo ku balê bikişînin ser komploya navnetewî kincên reş li xwe kiribûn.

‘OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR
 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday di çalakiyê de axivî û got: “Komploya li dijî Ocalan armanckirina şerê navbera Kurd û Tirkan e. Komplo ji aliyê Ocalan ve hate pûçkirin. Divê desthilatdarî guh bide daxuyanî û peyamên Ocalan yên ji bo aştiyê. Şer kesî bi ser naxîne û aştî her kesî digihîne serkeftinê. Em bang dikin ku ji bo dawîanîna şer û destpêkirina muzakere û proseya aştiyê divê bi mîmarê aştiyê birêz Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin.” 
 
‘LI DIJÎ ŞER AŞTÎ’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari jî bal kişand ser operaysonek muhtemel a li dijî Rojava û got: “Polîtîkayên şer dewam dikin. Dewlet û serokên dewletan ên şer li dar dixistin hemû têkçûn û tune bûn. Gel wê li dijî şer bêje aştî.” 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê jî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk hat. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’yî, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ê di nobetê de axivî wiha got: “Bi kompoloya li dijî birêz Ocalan gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kaş dikin nav şer. Bi vê yekê re Rojhilata Navîn dixin nava şer û aloziyan. Dixwazin ji nûve dîzayn bikin.  Birêz Ocalan li gel pêkanîna tecrîdê ya giran jî komployê vala derxist. Plana şerê li dijî Rojava dewama kompoloyê ye. Tekane tiştek heye ku şer bi dawî bike ew jî destpêkirina muzakereyên li gel birêz Ocalan e.” 
 
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê li dar xistin.