Li Nisêbînê polîsan êrîşî parlementerên HDP’ê kirin!
Parlementerên HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven li Nisêbînê hatin ba hev. Polîsan bi jopan êrîşî parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz kirin.
Parlementerên HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven li Nisêbînê hatin ba hev. Polîsan bi jopan êrîşî parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz kirin.
Parlementerên HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye bi slogana “Di roja 100’emîn de em tevî Leyla tecrîdê bişkînin” ji 7 navendan meş dabûn destpêkirin. Li Nisêbînê polîsan êrîşî parlementeran kir.
Parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Nûran Îmîr, Pero Dundar, Ebrû Gunay û Tûma Çelîk yên ku ji Şirnexê bi rê ketibûn û gihiştin Nisêbînê û li avahiya navçeyê ya partiyê hatin ba hev. Ji ber meşa ber bi Amedê, polîsan bi wesayîtên zirxî dora avahiya partiyê girtin.
Piştî ku parlementeran xwestin bimeşin, polîsan bi wesayîtên zirxî dora wan girtin û meş asteng kirin. Polîsan bi mertalên xwe parlementer derb kirin. Polîsan bi jopan li parlementer Huseyîn Kaçmaz dan.
Hate hînbûn ku tiliya Pero Dundar jî ji ber derbkirinê xwînî bûye.