Li Nîcê tecrîd û qeyûm hate protestokirin
Li bajarê Nîce yê Fransayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qeyûman desteserkirina Şaredariyên DBP’ê û dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê hate protestokirin.
Li bajarê Nîce yê Fransayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qeyûman desteserkirina Şaredariyên DBP’ê û dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê hate protestokirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina Şaredariyên DBP’ê li Ewropayê tên protestokirin.
Li bajarê Nîce yê Fransayê bi beşdariya bi dehan kesî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya ku li Qada Mesena yê hate lidarxistin de dirûşmên mîna “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan, ji Kurdistanê derkeve”, “Dawî li qeyûman bînin” , “Terorîst Erdogan” û “Diktator Erdogan” qîr kirin.
Çalakî bi xwedina belavokê re bi dawî bû.