Li Navenda Vegerandinê bertîl, pêkanînên xerab û destdirêjiya zayendî!

Parêzer Ûçar tiştên li Navenda Vegerandinê ya li Îzmîrê dît vegot. Parêzer Ûçar da xuyakirin, ku muwekîla wê ji bo karibe kurê xwe bibîne neçar maye bertîlê bide.

Parêzer Ûçar tiştên li Navenda Vegerandinê ya li Îzmîrê dît vegot. Parêzer Ûçar da xuyakirin, ku muwekîla wê ji bo karibe kurê xwe bibîne neçar maye bertîlê bide. Ûçar destnîşan kir, ku eger lêkolîn bêkirin wê li vê navendê pêkanînên xerab û îstîsmaya zayendî jî were dîtin.

Navenda Vegerandinê ya Midûriyeta Şaxê Biyaniyan a Pinarbaşi ya Îzmîrê, cihê ragirtina mirovên biyanî yên ji aliyê qanûnî ve sûcdar tên dîtin, tên ragirtin.

Ev navenda ku biyaniyên ji ber sedemên jiyanî ji çar aliyên cîhanê hatine Tirkiyeyê, li vê navendê tên ragirtin. Lê belê ev navend ti bandoreke erênî li penaberan nake. Mirovên ku nehatine îspat kirin sûc kirine yan na, li vê derê rastî pêkanînên xerab tên.

Nayê zanîn ku ev navend herî dawî ji aliyê kê ve çawa hatiye kontrolkirin. Tê gotin li vê Navenda Vegerandinê ya karmend bertîlê digirin, pêkanînên xerab û destdirêjiya zayendî li girtiyên li vir dikin.

Parêzer Canan Ûçar a ji bo dîtina muwekîlê xwe çû Navenda Vegerandinê, tiştên dît ji ANF'ê re vegot.

Parêzer Ûçar a ji bo dîtina muwekîlê xwe yê ji Sûriyeyê çû Navenda Vegerandinê ya li Pinarbaşi got, "Dem mirov nû dikevin hundirê avahiyê, mirov pê dihesin ku rewşeke ecêb heye. Karmendên li vê derê xwe mîna axa dibînin. Ewilî ez bi amîrên wezîfedarên li wir re axivîm. Ji min re gotin, "ti sûcekî muwekîlê we nîne. Sûcdariya xwe nehatiye îspatkirin. Em dersînor dikin, ji xwe ew bi rengekî vedigerin.' Gelo yê ku biryara vegerandinê bide karmendên li wir in an dadgerî ye? Qîmeta ew didin penaberan ev e. Muwekîlê min li vir malek kirê kiriye, zarokê xwe heye. Ji xwe re jiyanek çêkiriye, lê kes li vê nafikire."

'PITIK Û ZAROK NEXWEŞ IN'

Parêzer Ûçar diyar kir, piştî hevdîtina bi muwekîlê xwe ew derketiye derveyî avahiyê û anî ziman, ku çar aliyên vê avahiyê bi dîwaran girtî ye. Parêzer Ûçar got, "Li korîdora ber bi aliyê derve ve, nêzî deh ode li kêleka hev hene. Bêhneke gelekî giran a genî ji odeyan tê. Bêhewa ne û ne paqij in. Zarokên nexweş li ser beton ji xwe re dilîstin. Bi tenê destûr ji jinên pitikê wan hene tê dayîn, ku derkevin hewşê. Rewşa wan pitikan a li wir gelo çawa ye... Bi têrkerî xwarin ji jinan re nedihat dayîn û gelek ji wan jî nexweş bûn." 

'HÛN DESTDIRÊJIYA ZAYENDÎ DIBÎNIN Û DIBIHÎZIN'

Parêzer Ûçar da xuyakirin, ku li deriyê derve yê navendê, jinên ji welatên Balkanan hatine tên dîtin û got, "Xeleka dawî ya ku mirovan teşwîqî îsyanê dike, ev e. Henekên xebatkarên li vê navendê yên li ser bedena wan jinan û axaftinên wan ên di vî warî de dike ku mirov bêje êdî bes e. Yek ji personelên vê navendê dema henek bi hev dikir digot, 'parçeyên bi vî rengî nayên radestkirin, bila van radestî me bikin'. Ev yek jî di nava her kesî de bilêv dikir. Yên ku van gotinan bilev dikin, kî dizane bê li wan odeyên tarî çi dike."

Ûçar ragihand, dîtina êrîşa zayendî nepêkane û destnîşan kir, eger rêxistinên civakî yên sivîl bi rengekî veşartî kontrolê bike, wê vê êrîşa zayendî îspat bikin.

'JI BO KARIBE KURÊ XWE BIBÎNE BERTÎL DA'

Parêzer Ûçar da xuyakirin, ku bavê muwekîlê wê ji bo karibe kurê xwe bibîne bertîl daye karmendê wezîfedar û got, "Malbata şexsê ez çûm hevdîtinê anî ziman, ku ji bo karibe kurê xwe bibîne, neçar ma ye telefona destan weke bertîlê bide karmend. Dema ez ji bo hevdîtinê çûm, ew telefon di destê amîr de bû. Bi rengekî din nikarin hev bibînin"

'BILA RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL Û BARO KONTROL BIKIN'

Parêzer Canan Ûçar herî dawî got, "Bêguman haya wan ji rewşa li vê derê heye, lê belê divê ew deriyên vê derê dema haya wan jê tinebû vekin. Divê erk ji rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan bê dayîn ku karibin bêyî agahiyê bidin bên û lêkolînê bikin. Bi rengekî din rastî eşkere nabe. Trajediya jin û zarokên li wir ancax bi vî rengî were dîtin."

...