Li navenda bazarê ya  Şîrazê teqîn

Li eyaleta Şîrazê ya Îranê, li navendeke bazarê di encama teqînekê de 37 kes birîndar bûn.

Şevê dî li eyaleta Şîrazê ya Îranê, hat ragihandin ku di encama teqîneke li navendeke bazarê  herî kêm 37 kes birîndar bûne.

Şewat saet 01:00'ê li bulwara Nasr derket, piştî şewatê gelek îtfaye û ambûlans şandin herêmê. Li gorî agahiyên ku welatiyan dane çapemeniyê, li ser sedema derketina şewatê lêpirsin hatiye destpêkirin. Li ser îxtimala ku şewat ji ber gaza xwezayî yan ji kontaka ceyranê derketiye  tê sekînin.

Şewatê  zirerek mezin da avahiyên derdorê, heta sibehê hate vemirand. Kesên birîndar bûyîn jî tên dermankirin.