Li Nantesê kongreya komeleyê
Li Nantesê kongreya komeleyê
Li Nantesê kongreya komeleyê
Li bajarê Nantes ya Herêma Brotanya a Rojavayê Fransayê, Komeleya Çanda Kurd a Engîn Sîncer ku nû hatibû vekirin, yekemîn kongreya xwe pêkanî. Li gel bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Nantesê, nûnerên Nantes Partîzan, Komelya Ewelî û saziyên dost ên Fransayê di kongreyê de amade bûn.
Kongre yadî sê jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hate kirin. Piştî deqîqeyek ya rêzgirtinê kongreyê binirxandina pêşketinên dawî ên siyasî destpêkir. Di kongreyê de rêziknameya komeleyan û berpirsyartiya ku dikeve ser milê komeleyan ji girseyê re hate xwendin. Di axaftinên ku hate kirin de, hate gotin ku gelê Kurd ezmûna aştiyê bi awayek samîmî bicih aniye û hêjan jî vê samîmiyetê didomîne. Her wiha hate diyarkirin ku, helwesta AKP’ê bigûmane û pêngavên ku pêwîste bi avêje neavêtine. Di axaftinên kongreyê de hate destnîşankirin ku, pêwîste gelê Kurd bi zanabûna bepirsyartiyên xwe li dijî leyîstonên ku çêbibin birêxistinkirî be. Di kongreya ku rewşa dawî a Rojavayê Kurdistanê jî hate nirxandin, banga alîkariyê hatekirin.
Piştî sîstema hevseroktiyê hate qebûlkirin, derbazî hilbijartina rêveberiya komeleyê bûn. Di encama dengdanê de rêveberiyekî ji neh kesan hate hilbijartin. Piştî rêveberiya nû hate hilbijartin, endamên hatine hilbijartin axaftinek ya sipasiyê kirin.
Kongre piştre bisloganan bidawî bû.