Li Musulê êrîşa dijwar

Li Musulê êrîşa dijwar

Li Musule di dema derbasbûna wesayiteke de êrîşa întîxarî pêk hat û di êrîşê de generalek, sê serbaz bi giştî 8 peywirdarên ewlehiyê mirin. Duh di êrîşên li welat pêk hatin de 18 kes mirin.

Li gorî rayedaran li Musulê di derbasbûna konvoyeke leşkerî de bombevanekî întîxarî bombeyên li ser xwe teqand û yek jê general 3 serbaz jî di nav de 8 leşker mirin.

Komên çekdar li bajarê Garma jî li hemberî barageheke leşkerî êrîş pêk anî û 4 leşker mirin û 10 leşker birîndar bûn.

Heman rojê li herêma Ebu Garîb nokteyên kontrolê rastî êrîşê hatin û 4 mîlîtanên Nunnî Sahva yên alîgirên hikûmetê mirin.

Li heman herêmê li cihekî din teqîn pêk hat û du kes mirin 4 kes birîndar bûn.

Bûyerên şîdetê yên li welat, piştî mudaxaleya bi xwîn ya hêzên ewlehiya Iraqê ya li dijî protesvanên sunnî pêk anî zêde bû.

Hêzên ewlehiya Iraqê hefteya borî li sînorê Sûriyeyê li hemberî komên El Qaîdeyê operasyon pêk hat.

Yekineyên artêşê li herêma Enbar li dijî kampên El Qaîdeyê êrîş pêk anîbûn.