Li Mûş ji sedî 60 jin rastî şîdeta nava malê tên

Li Mûş ji sedî 60 jin rastî şîdeta nava malê tên

Nûnertiya KAMER'ê ya Mûşê, di xebata anketê ya li bajar kir de ji sedî 60 jin rastî şîdeta nava malê tên tesbît kir û diyar kir ku ji vê şîdetê ji sedî 70 ji aliyê hevseran ve pêk tê. Li bajar ji 4 jinan yek rastî şîdeta fizîk ma û ji sedî 25 jî rastî şîdeta psîkolojîk tên.

Nûnertiya KAMER'ê ya Mûşê encama xebata anketa têkildarî şîdeta li hemberî jinê pêk tê li dar xist aşkera kir. Di xebata ji aliyê KAMER'ê ve hate kirin de ya bi 2 hezar û 503 jinan re pêk hat ji sedî 60 jinan diyar kir ku ew rastî şîdetê tên û ji sedî 70 şîdet ji aliyê hevseran ve pêk tê. Dî xebata anketê de derket holê ku ji 4 jinan yek rastî şîdeta fizîk ji sedî 25 jin jî rastî şîdeta psîkolojîk tên.

Di anketê de têkildarî zewaca tenê biçûk de jî encamên sosret derketin holê. Ji sedî 51 jinan diyar kir ku di 18 saliyê û hêj biçûktir hatin zewicandin, kesên 16-17 saliyê zewicîn ji sedî 24, 13-15 saliyê zewicîn ji sedî 24, 12 û hêj biçûktir zewicîn jî ji sedî yek in. Di xebata anketê de bersiva pirsa "Hûn çawa zewicîn?" ji sedî 74 biriya xwezgîniyê, ji sedî 23 bi heskîr û ji sedî 3 jî bi zorê hatin zewicandin bersiv dan. Ji jina ji sedî 96 bi xizmên xwe re jî sedî 3 jî hewî û ji sedî yek jî berdêl zewicîn. Asta perwerdehiya jinan jî ji sedî 14 dibistana seretayî, ji sedî 17 lîse û jî sedî 4 jî zagnîngeh hatin tesbîtkirin.

Di anketê de ji pirsa "Di malbata we de jin ji mîrateyê parê digirin an na?" ji sedî 84 bersiva "na" dan û ji sedî 13 jî "erê" dan. Pirsa, "Di belavkirina mîrateyê de çi piştek tê girtin?" jî ji sedî 60 zagona medînî, ji sedî 37 jî "tore esas tê girtin" bersiv da. Ji pirsa "Mîrate çawa tê belavkirin?" re jî ji sedî 58'an bersiva "ji jin û zilam re wekhev tê belavkirin" da ji sedî 31 jî "ji zilam re zêde tê dayîn" dan. Di encama anketê de jinan diyar kirin ku di nava malê rastî şîdetê tên û daxwaza malên spartinê kirin.
Nûnera KAMER'ê ya Mûşê Necmiye Boz, diyar kir ku armanca wan tenê xebata anketê nîn e û armanca wan bi jinan re diyalogê pêk bînin û şîdata dîtin tesbît bikin e. Boz, anî ziman ku ewil jinan şîdeta îtîraf nekirin û wiha got: "Bi taybet şîdeta fîzîk îtîraf nedikirin. Me jî di xebata xwe de rêbaza hevdîtinê pêk anî. Piştî hevdîtina giştî me behsa mijarê kir. Me behsa şîdet tenê fizîkî nîn e cureyên din ên fîzîkî jî hene kir. Pişt re jinan behsa şîdetên dîtin kir. Lê çavdêriyên me jin şîdeta fîzîkî û zayendî dibînin vedişêrin."